Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hebhinarkê] de;

7. çomezeka nû ya tirşikê ye, bûye endam lê destê xwe li peyamekî nedaye, çavê xwe li mijarekî negerandiye, min hêvî heye ku daxwaza wê ya nivîskariyê heta ku neyê û wekê ''nivîskaran'' netirşikîne ji aliyê moderatorên dî ve jî ji bo ibretê neyê pejirandin.. ma tirşik foruma daxistina mp3yan e?



11.04.2014 17:52 | endazer

4. ecêb e hê nehatiye gotin.. hîvronê jî di albûma xwe ya dawîn ya bi navê (bablîsok)ê de ev stran kiriye beste û stirandiye..

fermo ji vir kerem kin û daqûlî rist û newayên hebhinarkêyê bibin:



19.07.2013 03:33 | endazer

3. helbesta ku wekê piraniya helbestên helbestkarê xwe mirov diêşîne û di nav jehra evînê de digevizînê ye.. di helbestê de teşbîh û metaforên seyr ên tamxweş yên wekê destmêja te û janê ji hevdû naşike, bêrîvana baranê, teşiya bê, (destara berfê) hene.. wekê gelek helbestên rênas jiyanî di vê helbestê de jî mirov nikare bihêsanî têderxe û têbigihe bê ka bang li dergistî û delalî û dilketiya xwe dike û jê gazind û lomeyan dike an ax û xaka xwe.. li gorî standartên helbesta cîhanê jî payeyek berz û bilind a vê helbestê heye.. ji ber hindê li gorî min divê li çend zimanên cîran û yên cîhanê bê wergerandin û bi ser navê nmûneyek ji helbesta modern a kurdî bê pêşkêşkirin û belavkirin..

wekê hemû tiştên ber û berhemên êşê ev mîrat jî mirov diêşîne.. di demên xwe yên xemgîn û bêhnteng de nexwînin û nedin xwendin..



19.07.2013 03:30 | endazer