Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bilind ibrahim] de;

9. strana wî ya li ser şingalê duh bi riya kanala vin tv hatiye belavkirin..

stran jî û vîdeoklÎba ku ji bo stranê hatiye çêkirin jî bi kêrî seriyek pîvaz nayê.. lê dema tiştek li ser mirov bibe kar û wezîfe yanî dema tiştek ji kesekî bê hêvîkirin normal e ku tu tişteke berketî ji wê tiştê dernekeve.. yanî çi? yanî heçî huner e, bi îlhamê çêdibe, li ser sîparîşê çênabe, divê bêyî plan û bername ji nişkê ve tiştin biniqute ser dilê mirov û mirov jî rabe teşeyeke hunerî bide wê tişta niqutÎ dilê xwe..

neyse dirêj nekim ji xwe xewa min tê, yekî dî bûya min hê stran derneketî min ê gotibûya ew tişta ku berî derkeve ev qas reklam û lansmana wê tê kirin tu tişt jê çênabe lê ji ber ku kêfa min ji bilind îbrahîm û mûzîka wî re tê min nexwest bêyî ku berê xwe bidimê û bi qewlê toriyan lê bihesînim qelema xwe lê bişikînim..

ew stran:



li vir jî beşdarî bûltena nûçeyên rûdawê bûye û li ser karesata şingalê pêzanînên xwe ku bi xwe jî ji şingalê ye û dîsa ji devê wî gelek xizm û lêzimên wî li wir dijîn, gotiye :



20.09.2014 04:42 | endazer

7. min îro di nûçeyeka rûdawê de xwend ku li ser trajediya şingalê stranekî çêdike.. û di heman nûçeyê de tê gotin ku bi xwe jî xelkê devera şingalê ye.. yek ji stranbêjên min ên favorî ye.. ez ê bi çil û çar çavan li hêviya strana wî ya li ser trajediya şingalê bim..



18.09.2014 01:35 | endazer

5. xwezî herdu hefteyan carekî albûmek derxistibûya..



14.04.2014 02:56 | endazer

3. stranbêjek welatparêz û kurdistanî ye.. hem ji bo alÎkariya mexdûrên erdhêja wanê û hem jî ji bo alîkariya penaberên rojavayê kurdistanê yên ku li kampa domîza ya li başurê kurdistanê hêwirîne tevli aheng û konsêrtan bûye.. berî çend mehan li amedê di bin banê rojên danasîna duhokê de li meydana derê çiyê konsêrtek dabû.. ez û hevalekê xwe yê tirk di ber re dibihurÎn ya rast zêde ji aheng û konsêrt û dawetan hez nakim lê dema min dengê bilind îbrahîm bihîst min xwe negirt û heta ku konsêrt dawî bû ez sekinîm û min lê guhdarî kir.. û ji ber ku bipiranî stranên dawetê gotin hem kesên hatîn konsertê û hem jî hevalê min ê tirk kêf û zewqek mezin ji konsêrtê hilanîn.. îlahiyeke meşhûr ya bi navê xwuda ellah ku mixabin navê xweyê stran-îlahiyê nizanim jî gotiye û klîbek jî jê re kişandiye..



19.07.2013 02:07 | endazer

2. stranbêjek bahdînî ye.. wek peyama li jor de jî hatiye gotin hema bêje zimanê xwe her li çeşn û cureyeka muzîkê gerandiye û di hemûyan de jî serkeftî bûye.. di arşÎva min a mûzÎkê de bi navê dil venebû albûmeka vî camêrî a ku ji ber civat û şevbêrkekî hatiye girtin heye mirov ji guhdêrînê têr nabe.. di albûma berbehs de camêr bes bi enstrûmaneke ku tam navê wê nizanim lê bi ser dengê cumbuşê ve diçe lêdixe û distirîne..



traclîsta albûmê:



dilê min westiya + evro dilê min kul e

sewdalîkê + Çûm mexmûrê

dil venebû

Çavreşê Çavbikilê

xirabo

xirabo

Çiyayê gabaro

xem û xeyalên te + min bihîstî

ho leyo

peşîmanî

min canek dît

sebrê

qumrîkê

taqî belek



19.07.2013 01:59 | endazer