Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilşad seîd] de;

4. bi navê semfoniya şingal û semfoniya pêşmerge bi tevkariya orkestra semfoniya neteweyî ya çekê û bi beşdariya 13 stranbêjên kurd, du xebatên nestêleh tomar kiriye..



04.08.2015 01:30 | endazer

3. hosta û ostadê kemanê ye.. sala 58ê li duhoka rengîn hatiye dinyayê.. li bexdayê perweya mûzîkê standiye û pê re jî ji bo mastirê çûye londona serbajarê brîtanyayê.. albûma wÎ ya yekem û yekane ya bi navê awazê kurdÎ sala 1995ê li swêdê derketiye.. ev albûm ji heft stranan pêk tê.. di serî de şivan perwer li paş mûzÎka gelek stranbêj û hunermendên kurd keda wî heye..



gelek kêfa min ji vê strana wî re tê;



û ev jî wan çaxên ku min telefona biaqil bikar dianî, melodiya telefona min bû;



ev dengê kemanê ya di destpêka strana bi navê duhoka rengîn ya şivan perwer de jî ya dilşad seîd e;



30.12.2014 01:02 | endazer