Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [agit ışık] de;

10. strana gundek ya abbas ahmed çendî xweş gotiye, çendî şox û şeng!



lê çima di albûma xwe ya nû de cîh nedayê nizanim.



17.02.2020 12:19 ~12:20 | endazer

6. par dema pêşangeha pirtûkan ya li amedê, li sumerparkê ahenga wî hebû, ez jî bi tesadûfî lê rast hatim û rûniştim heta dawiyê min guhdarî kir, pêşiya konsertê çend rojan min albûma wî guhdarî kiribû, performansa wî ya zindî jî ne kêmî performansa wî ya li tomargehê ye..

di albÛmê de ji bilî kew hêlûn, stranên semîko, ber derê kî û kî jî gelekî xweş in.

bi mereq li hêvya albûma wÎ ya didoyê me.



01.07.2016 18:30 | endazer

4. li ber dilê min qeyda amator ya kew hêlûna ji dev û dengê wî ji qeyda stûdyo-albûmê xweştir e. min hêj guhdarî temamê albûma wî ya nû derketî ya bi navê lorîna sibê nekiriye ji ber wê nikarim zêdetir binivîsim.



26.12.2014 03:12 | endazer