Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşniyara navan ji bo nexweşxaneyeka taybet li bajarekê bakurê kurdistanê] de;

5. navê bajarê ku wê lê vebe ne giring e..

em bêjin we nexweşxaneyek vekiribûya we yê çi nav lê kiribûya?

ji navekî zêdetir jî hûn dikarin binivîsin, yanî li ser vê pirs û mijarê di bîra we de çi hebe li jêr mijarê hûn rayêxin em ê bêtir jê îstîfade bikin..



26.12.2014 22:40 | endazer

1. camêrnin dixwazin nexweşxaneyeke taybet vekin li bajarekê bakurê kurdistanê û ji bo vê nexweşxaneyê jî li navekî digerin.. min jî bawerî bi di tirşikê de pirbûna bijîşkan anî û ev mijar di tirşikê de vekir.. hêvî û ricaya min ji nivîskarên tirşikê naveke xweş û watedar û bikêrhatî bibÎnin.. ev nav dibe ku yê bijîşk û hekîm û hemşîreyeka meşhûr be wekê florence nightingaleê, dibe ku navê nexweşî an dermanekî be bi zimanê latînî an ÎngÎlîzî wekê memorial an genesisê.. dibe ku naveke taybet ê kevn ê cografya an şaristaniyên kurdistanê be wek amîda, median, mittanian, babil, tigris filan..



26.12.2014 20:36 | endazer