Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [emseytu kurdiyyen we esbehtu erebiyyen] de;

1. bi erebî; bi kurdÎ raketim û bi erebî rabûm..

li gorÎ rîwayetekî gotineka qencekê xwudê ê ji dergeha mewlewiyan yê bi navê şêx ebûl wefayê kurdî ye.. dibêjin şêx ebû wefa gelekî dixwaze bixwÎne û ilmê xwudê tedrîs bike, rojekî ji rojên zivistanê bi emrê xwe yê dageriyayî ji bo here xwendinê xatirê xwe ji malê dixwaze û derdikeve.. tê medreseyekî li hewşa medreseyê çend feqiyê nehs û nesekinî jê re dibêxin te xêr e xalo? tu hatî çi? ew jÎ dibêje ez hatime xwendinê, feqî jê re dibêjin tu bi xêr hatî lê welê herkes nikare li vir bibe feqî ji bo bikaribî li vir bibî feqî şertekê vê medreseyê heye, zilam dibêje çi ye ew şert? feqî jî dibêjin tu vî hewzê avê dibîne, dibêje erê, dibêjin divê tu heta sibê di wir de bimîne, zilam jî qey yekî zêde sefî ye, dibêje temam û li ber serma û seqema wê zivistanê diçe dikeve nav wê ava wekê qeşayê sar û tezî.. axirê dibe sibeh seydayê medreseyê derdikeve hewşê dibîne ku dengek ji milê hewzê avê tê, diçe dibîne ku zilamek tê de ye û ji serma diranên wî dirikrikin hindik maye ji serma biqufile, bi dest xwe re zilêm ji hewzê avê derdixe, jê dipirse te xêr e xalo, qey xwudê ji te staniye, vê sermayê çi îşê te li nav hewzê avê de heye? ew jî çîrok û serpêhatiya xwe ya ligel feqiyên ji seyda re dibêje.. dema seyda dibêje ku feqiyan henekê xwe bi te kirine, z,lam gelekî li ber xwe dikeve, berê xwe dide xwudê, dibêje ya rebbî qey ez ne layîqê te me, ez hatim ku bi ser ilmê te ve bbiim, te ez kirim pêlÎstok û pêlêhvoka evdê xwe axirê bi dilê şikestî wê şevê bi xew ve diçe, şêv hz. muhemmed tê xewna zilêm û zimanê xwe li deva digerîne û ji ilmê xwe didiyê, zilam sibehê radibe haj tu tiştî nîne, wê rojê jî qey roja îcazetê ye, seydayê mezin yê medreseyê hatiye, de îcazetê bide feqiyên hemû kitêbên di rêza tedrîsatê de xitm û xilas kirîn.. seyda di ber şitexaliya xwe de tiştek li zimanê wî dialiqe çi qasî dide ew tişt bîra xwe nayê bîra û nikare bêje, zilamê me yê li wir li quncikekî ji xwe re rûniştî, zû xwe digihîne hawara seydayê mezin û ji cihê ku seydayê mezin aliqî, dewam dike, herkes ecêbmayî dimîne, seydayê mezin ji feqiyan dipirse feqî jî çîrok û serpêhatiya zilêm jê re dibêjin, herkes ecêbmayî dimîne, ji zilam dipirsin dibêjin ev çawa îş e?

zilam jî ji wan re behsa xewna xwe ya şeva borî dike û dibêje; ''emseytu kurdiyyen we esbehtu erebiyyen'' yanî ''ez wekê kurdekî raketim û wekê erebekî rabûm''

çîroka me çû diyara, rehmel dêûbavê guhdar û xwendekara..



27.12.2014 17:27 | endazer