Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kampanyaya di mehekî de ji bo tirşikê 1000 nivîskarên nû] de;

17. kampanyaya ku negihiştiye miraz û meqsedê xwe lê têra xwe nivîskarên nû pê ve hatine..



09.03.2014 01:23 | endazer

15. li gorî amar û statîstîkên ji destpêkê heta serê meha kanûnê, yanî beriya çend rojan, kampanyaya ku bi qewlê şairên kurd hefy û sed mixabin negihiştiye armanca ku daye ber xwe..



''îstatîstîkên heya serê meha kanûna 2013an, yanî îro, wisa ne:



hejmara peyaman : 15.852

hejmara mijaran : 4.419

hejmara nivîskaran : 768

hejmara dengdanan: 3.194



serê her mijarê hejmara peyaman: 3.58

hejmara peyamên meha dawîn: 2129

hejmara mijarên meha dawîn: 598

hejmara nivîskarên mehan dawîn tomar bûne: 51''



03.12.2013 01:09 | endazer

11. kampanyaya ku şirku ji dayik bûye û heta niha 84 (bi nivîsê, heştî û çar) nivîskarên nû tiliyên xwe ji bo tirşikê li klavyeyên xwe sor kirine..



31.07.2013 02:59 | endazer

10. şirku kampanyayê destpê kiriye û heta niha 69 (bi nivîsê, şêşt û neh) nivîskarên nû kevçiyên xwe li tirşikê xistine.. lê ev hejmar ji bo armanca ku me di destpêka kampanyayê de dabû ber xwe gelekî kêm e.. wekê arjenê rehmetî di helbesteka xwe de dibêje ''ha hêviya min haaaa..''



28.07.2013 21:21 | endazer

8. kampanyeya ku şirku destpkê kiriye û heta vê seetê 43 belê bi nivîsê (çil û sê) nivîskarên nû darikê xwe yên dorê li ber dora tenûrê danîne.. ya b'xêr..



24.07.2013 23:45 | endazer

5. kampanyeya ku heta niha di heyama du rojan de 19 nivîskarên nû bi xwe re anîne..



22.07.2013 18:15 | endazer

3. kampanyaya ku şirku vebûyiye an bidestûpê bûye 13 nivîskarên nû ji bo nivîsandinê serî li tirşikê daye û bi bayê bezê dest bi nivîsandinê kirin e.. ev hejmar hîn gelekî hindik e û divê bê zêdekirin.. lê dÎsan jî ji tunehiyê çêtir e anku (bnr: yetmez ama evet)..



21.07.2013 13:52 | endazer

2. kampanyaya ku li gorî statîstîkan piştÎ ku vebûyî tenê 5 nivîskar lê zêde bûne.. hevalno hay û xebara hevalên xwe ji tirşikê pê xin.. ku ev der nebe lokala mûmesîlan.. ne zêde bila herkes ji çembilê deh hevalên xwe re bigire û bîne tirşikê.. bi taybetî jî hevalên ji parçeyên din ên kurdistanê..



20.07.2013 21:32 | endazer

1. belê hevalno û hogirno û hewalan û hevrêno!

mixabin ji bo dewrûdaÎmeka birêkûpêk ya fikr û nêrîn û zanîn û ezmûnên derheqê her mijareka di trişikê de vebûyî hem hejmara nivîskaran hem jî hejmara nivîskarên anktîv anku nivîskarên dinivîsin gelekî kêm û hindik in.. ji îro pê de divê herkes ji bo zêdekirin û gihiştina armanca 1000 nivîskarên nû ji bo tirşikê gazî hevalên xwe bike û eger Îcab bike divê ji çembilên hevalên xwe re bigire û ji dêrisa facebook û twitterê bikişÎne û bîne tirşikê..

çima tirşik? anku tirşik wê bi kêrî çi bê?

ez nimûneyeke j xwe bidim.. îro min xwest ku derheqê hunermenda kurd hanî de ji bo arşÎveka şexsî agahî û malûmtan berhev bikim.. lê li ser înternetê ji bilÎ çend forumên bi îngîlîzî ku tiştên di wan foruman de jî bes kurtepistên pîrekên li ber dora tenûrê bûn bi ser tiştekî ve nebûm.. rabûm ji ji hevalên başûr min çend agahiyên basît bidest xsitin û û av agahiyên min bidest xistîn jî di tirşikê de di bin mijara (bnr: hanî)yê de min tomar kir.. siba dusiba eger canik û camêrek vê xanima dengxweş mereq bike û bixwaze derheqê haniyê de bibe xudan agahÎ wê bi hêsanî bikaribe xwe bigihîne peyama ku min di bin mijara haniyê de nivîsî û peyamên din ku xwudê hez bike wê di siberojê de bên nivîsîn..

yanÎ eger em bikaribin û baş bişixulin em dikarin tişrikê bikin database an databanka kurdî û kurdistanê.. û herkesekê ku dixwaze derheqê kurdî û kurdistanê de tiştinan fêr bibe an fêm bike wê bihêsanî bikaribe ji databnk û înformasyonên tê de sûd û mifayeê werbigire..



20.07.2013 19:01 | endazer