Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji kurdbûnê îstîfakirin] de;

10. berê dema em zarok wekê efsaneyekî me li cem xwe digot filan stranbêj an lîstikvanê/a tirk bi eslê xwe kurd e lê kurdbûna xwe qebûl nake, gotiye eger min bizanibûya demarê min ê kurdbûnê kîjan e yekser min ê qut kiribûya.. *



30.12.2014 22:16 | endazer

3. û ev jî heye hûn jî dikarin wekê muhsîn başqanê colemêrgî bêyî ku îstîfaya xwe ji miletê xwe bidin, aîdiyet û hîsîyata çend mileta bi hev re wergirin, û di nav-ran û bin-çengê xwe re bigerînin..



(bnr: ez li malê xwe kurd li siqaqê tirk û nav nivînan de jî xwe îtalyan hîs dikim)



30.12.2014 16:51 | endazer

2. ez dibêm qey berî her kurdekî rojîn xanimê îstîfa kiribû.. di bernameyeka televîzyoneka tirk de gotibû eger bi hemdê min û bi dilê min bûya min nedixwest ez mîna kurdekê bêm ser dinyayê.. bi xwudê min jî gelek caran kurdbûna xwe aniye heta ber devê topê lê cardî destê min jê neqerihaye min nekariye bavêjim..



30.12.2014 16:21 | endazer