Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [behmen qubadî] de;

22. herî dawî sala 2015an yanî berî du salan belgefîlmek bi navê flag without a country (alaya bê welat) çêkiriye. min temaşe nekiriye, di malperekî de dibêje belgefîlm li ser jiyana stranbêj helly luv û pîlota jin nerîmanê ye. di malpereke din de jî dibêje bi rêveberiya behman û biderhêneriya 8 zarokên kurd ên penaber belgefîlm behsa zorî û zehmetiyên koçberiyê dike ji bîr û xeyalên xav ên zarokan. Here lînkê










berî vê belgefîlmê bi salekî jî, sala 2014an dîsa bi kurtefîlmekî beşdarî kome-kurtefîlmekî bi navê words with gods (axaftinên bi xwudayan re) bibû ku 9 derhênerên ji welat û baweriyên cuda li ser dîn û baweriyan çêkiribûn. di kurtefîlma behman de jî yilmaz erdoğan dileyîze û li mêrdînê hatiye kişandin. min destpê kir, lê kêfa min jê re nehat Û min nebir serî. Here lînkê
berî du sê hefteyan jî di basnewsê de hevpeyvÎneka wî hebÛ. ji barzanî û hikûmeta herêma kurdistanê bi gilî û gazinc bû, çima ku piştgiriya ku xwestiye nedanê, ya rastî danê lê qey ber çavê behman negirtiye. gilî û gazindên wî û yên ahmet zeki okçuoğlu dişibyan hev.
derhênereke baş e, lê ji ber ku ji dramayan kerixîme naxwazim wekê berê berê xwe bidim fîlmên wî.



2017.11.13-00:10 [guhertin:2017.11.13 00:12]| endazer