Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li ser tvyan eyar kirina qenalan] de;

5. Ji ber vê mîratê rojekî hindik mabû malî min biricimînin.
ji bo eydê çûbûm malê, wan çaxan rûdaw tv nû derketibû, min lê nêrî di nav kanalan de nedît, min got ez kanalan hemûyan jê bibim û xweyîmira satalaytê ji nû ve eyar bikim belkî hingî rûdaw jî ji ber xwe de pê re bê, kanal hemû jê çûn, lê min kir û nekir kanalek tenê jî nehat, li malê kî hebe, hemûyan xwe lê cerriband lê dîsa çênebû.
pêşiyê bû niçniça wan, mehdê xwe li min tirş kirin, bavê min çend dijûn kirin mamosteyên min û mekteba min xwendî, lê pişt re me civat danî, bi kêf û henek behsa rojên berê yên bêtelevîzyon kir û şeva xwe bir serî.
sibehê piştî nimêja sibê min dîsa xwe ber re kir û hêj malî ranebûyîn taştê min televîzyon çêkir, lê dîsa mîrata rûdawê nehat.
ji hingî ve li malê dema tiştek xira dibe nahêlin ez destê xwe bidimê ;)



29.11.2016 03:11 | endazer