Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jiyan] de;

9. dema mirov nexweş dikeve û paşê baş dibe ditahmijiyê, xwe lê xweş dike.. dema mirov dil dikeve û pê re mirad û meqsedên wî di dil de dimînin jê sar dibe û bi dûr dikeve.. filan..



31.05.2014 13:27 | endazer

5. naveke kurdî yê unîseks e, yani hem li kuran û hem li keçan tê kirin.. wek;

-jiyan, kurê min ka were van çend mişaran ji min re merr bide ka xêra xwe..

-jiyan, keça min ka rabe niha hevîr tirş bûye girikan deyne ez jî herim tenÛrê dadim de hêj nebûyî şev û tarî neketî erdê em nanê xwe çêkin heyna em nikarin xwe ji xezeba bavê te bidin aliyekî..



11.04.2014 17:29 | endazer

4. û navê yek ji xweştirîn û resentirîn stranbêja kurd e..

albûmeka wê heye an na nizanim lê stranên seîd yusiv yên wekê can da, xwe veneşêre kubar, koçan bar kir welê xweş dibêje ku dema mirov guhdarî dike mirov xweziya xwe bi dengê wê tÎne..



11.04.2014 17:27 | endazer

3. bi piranî ji nav ran û teşkên jinê dizê..



11.04.2014 17:25 | endazer

2. heyat, biçek ruhê şirîn ku xwudê ji kehnî û kerema xwe berdaye ser can û cesedê me jîndar û giyaneweran..



11.04.2014 17:24 | endazer