Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nûxwurî] de;

1. di kurdî û kurmancî de ji bo zaroka pêşîn ya ku berî hemûyan xwudê dayiye tê gotin.. carinan ji bo ferxik û çêlikên pêşîn yên heywanan jî tê gotin.. ji peyvên nû û xwuriyê pêk hatiye wate jê zaroka ku nû anku cara pêşîn şîrê dayika xwe xwariye.. mirov dikare bide ber peyva xwurînîyê ya ku di wateya bêxwarinî anku xwarin nexwarinê de bikar tê.. li gorî devoka hind deveran wek nexrî, nixurî, nûxwurî, nuhxwirî jî tê bilêvkirin..

herwiha ji bo heman tiştê yanî di heman wateyê de peyvên wek (bnr: nûber) û (bnr: pêşlandik) jî li deverinan tên bikar anÎn..



23.07.2013 04:52 | endazer