Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sms] de;

5. kurteya short message serviceê ye. ji ber wê bi tirkî gelek caran şûna smsê dibêjin kısa mesaj (kurtepeyam). demekî gelek popüler bû, smsa ewil ''happy new year'' e, sala 1992an li brîtanyayê endazyarekî bi riya tora gsmê ya vodafoneê ji kombersa xwe rêkiriye ji telefona hevalekê xwe re. û kurê wî endazyarî niha li cihê ku lê dişixulim endazyar e. ;) niha dema mjara wê ya li ser tirşikê derket pêşiya min min ferq kir, tu qîmetê wê yê berê nemaye.
êdî an ji bo peyamên spam an jî verîfîkasyonên bank û hesabên din ên mailê tê bikaranîn.
bûye qasid ji bo danîn û têkbirina gelek evînan. û yek jî dema te nedikarî ji kesekî re rasterast tiştekî bêjî te sms bikar dianî. ya min hingî jî û niha jî ji bo min îşkece ye nivîsandina smsan. tiliyên min li bişkojên telefonan hilnayên. hingî jî û niha jî şaş dimînim bê ka di nav çend çirkeyan de çawa dikarin bi barê kerekî sms binivîsin kur û keçên xelkê.



18.05.2017 23:00 | endazer