22. malpera ku ji vir Û pê de êdî ez ne pê re me.. |
|
08.02.2014 20:06 |
endazer
|
21. eger mirov bikaribe baş kontrol bike û bikar bîne, navgÎneke pir baş e ji bo vegotin û derbirrîna merema xwe.. wekê ku di her tiştî de kurd di bikaranÎna facebookê de jî têra xwe hene lê dengê wan çi qasî xurt derdikeve, cihê pirs û munaqeşeyê ye.. |
|
23.01.2014 22:49 |
endazer
|
15. malpera ku carinan hêviyê ji bo siberoja kurdan û kurdistanê dide min û carinan jî hemû hêvî û bendewariyên min ên derheqê kurdan û kurdistanê de pûç derdixe.. |
|
05.12.2013 01:38 |
endazer
|
6. malpera sosyalîteyê ku ser xatirê danasîna tirşikê min hesabê xwe yê ku ev çi qas e girtîbû min duh ji nû ve çalak kir.. |
|
13.07.2013 19:33 |
endazer
|
3. çayxaneyeke sanal e ku zarokên xelkê ji xwe re tê de dejarj dibin û fikr û nêrînên xwe yên eydaniyê teşhîr dikin.. ez ji ezmûn û serhatiyên xwe yên şexsî dizanim û dikarim bêjim ku heçî kesê di vê platforma xwe şayîkkirin û delalî nîşandanê de ji salekî zêdetir bi aktîvî emr kiribe bivê nevê bi nexweşiya popûlarîteyê ketiye.. belkî ji aliyê birêkxistin û li hev gihandinê ve navgînek baş be lê dawiya dawîn ev mîrat şexsiyeta her endam û bikarhênerekî xwe wekê hesanekî tûj û mevred dike û di ruhê xwelîserên bi vê terîqê ketîn de derz û qelîştekên mezin vedike.. |
|
04.06.2013 12:39 ~2015.07.16 03:29 |
endazer
|