Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çoyê xwe nede bin kesî] de;

1. Ev biwêj ji bo têkilîyên di navbera insanan de tê bikaranîn. Weke şîreteke mezinan e. Ji vê biwêjê meqsed ev e: Rû nede insanên li hember te, sist tevnegere, bila însîyatîf her tim di destê te de be, lewra gava mirov însîyatîfê ji dest xwe berde, dibe ku insanên li hember te rindî û sistîya te îstîsmar bikin. Ji ber vê yekê her tim hişyar be. Ya rast li herêma me ev biwêj her tim ji bo ku jin û mêran li hember hev tûj bikin hatîye bikaranîn. Dê û bavên keçikê vê biwêjê bi kar tînin û dibêjin, Çoyê xwe nede bin mêrê xwe, nexwe wê te biperçiqîne wê li te neheqîyê bike. Dê û bavên kurik jî şîretên bi vî rengî didin kurê xwe. Herdu alî jî qaşo ji bo ku neheqî li zarokên wan neyê kirin vê şîretê li zarokên xwe dikin. Lê mixabin pir caran ev biwêj di navbera jin û mêran de dibe sedema nexweşîyan. Lewra ji bo ku kes çoyê xwe nede bin kesî di mal de reqabetek dest pê dike û di encamê de jî xirecir kêm nabe.



24.07.2013 13:34 | endazer