Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dest û lingên min li hev geriyan] de;

3. ne nimûneyek ji biwêj û gotinên ku encamdana têfikirîna bi tirkî û derbrîna bi kurdî ne ye..

di kurdî de wekê dî ji bo vê rewşê vebêje anku teswîr bike, biwêja te herdu lingên min xistin di soleke teng de jî tê bikaranîn, lê pê re, te dest û lingên min li hev gerandin jî tê bikar anîn..

kurd û tirk ji mêj de ye, bi hev re dijîn, didin û distînin, normal e ku ji hev biwêj û gotinin standibin..



13.02.2014 05:02 | endazer

1. Gava mirov bixwaze karekî bike lê ji ber wextê teng an jî ji ber hestên weke tirs û fikarê nizanibe ji kû dest pê bike ev biwêj tê bikaranîn. Biwêja Tirkî ya “Elim ayağım birbirine dolandı” miqabîlê vê biwêjê ye. Bo nimune, “Te pir ecele kir, dest û lingên min li hev ketin min nizanî ez çi bikim.”



24.07.2013 13:37 | endazer