Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berken bereh] de;

10. wextekî min derheqê şairiya camêr de devdirêjî kiribû.. vê paşîyê min pirtûka wî ya bi navê dilê min palgeh e ji işqê re xwend û niha jî tûka xwe dadiqurtînim û lêborînê jê dixwazim.. helbestên wî ew çend ne baş û serkeftî bin jî lê ne yê avêjtinê û reşkirinê ne.. hewşek ji bo devê her mirovekî lazim e birastî jî..



07.10.2013 22:21 | endazer

2. bila dilê xwe negire lê ji xeynî çend ristên ku bi ser navê haykoyê nivîsandine hemû helbestên xwe yên mayî dikare bigire û bavêje çopê.. heçiyê radibe behsa serkeftîbÛn û jêhatîbûn û şarezabûna nifşên nizanim kîjan kovarê dike.. ligel navê rojen barnas û arjen arî navê vî camêrî jî bilêv dike lê bi xwudê eger ji berî zayînê jî dest bi nivîsandinê kiribe û hevalê nûh nebî yê eskeriyê be jî helbestên ku di nivîse bi kêrî seriyek pÎvaz nayêne li gorî min.. ez ne ku dibêjim bila helbestan nenivîse bila ji bo xwe kar û sinetekî din bibîne di ber re dikare helbestan jî binivîse dîsan..



24.07.2013 23:27 | endazer