Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rader] de;

1. têgîneke rêzimanî ye.. ji bo wan cure lêkeran tê gotin ku di nav hevokê de bi erka navdêran ve radibin.. yanî sernavdêriyê dikin.. * ji bo nimûne ''kirin'' radera kir, kiryar, dikim, dikin, dike û çend pêkhateyên din yê vê peyvê n/ye.. dîsa ''sorbûn'' radera sorbûm, sorbûn, sorbû, sor dibe, sor dibû, sor nabe, sor bûbe û çend pêkhateyên din yên vê lêkerê n/ye. û li gorî rêzikên gramerî lêkerek dema bi forma raderê tê nivîsandin divê peve be ango hevedudanî be..

yanî bi kurt û kurmancî sor bûn, û temaşe kirin xelet e, ya rast; sorbûn û temaşekirin e..

di wîkîpediya û wîkîferhengê de jî ev reng bikaranÎn heye.. di tirşikê de çend mijarên min vekirîn jî tê de pirraniya raderan bi forma xelet hatine vekirin. nûanseke biçûk e belkî lê kurmanciya nivîskî hêj çarlepka diçe û hêj niha em çi bidinê wê bi wî awayî mezin bibe û qalib bigire..



02.04.2015 03:23 ~03:24 | endazer