Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li dinê] de;

11. hevpeyvîneke xweş li gel li dinê, ji aliyê malpera medyamagazine.comê ve hatiye çêkirin.. di hevpeyvînê de endamên komê rewan û bêwar bi îngîlizî û gara jî bi kurdî diştexile..



û dixwazim bêjim kuro rewan bênamûs, tu bûyî stranbêj lê tu nebûyî zilam, tu çawa li cihê ku bavê te lê ye ling davêjî ser ling, qeda bi te û bi mûzÎka te bikeve.. *

malpera komê ya resmî; http://li-dine.com/ ziamnê wê îngîlizî ye û tê de tişteke nû nîne, netikinîn.. *



15.04.2014 03:49 | endazer

10. straneke xweş bi navê tobe, ji albûma komê ya bi navê hemereng, cara ewil di youtubeê de û piştÎ youtubeê jî di tirşikê de, jê nemînin;

*



'tobe min sozek da'



15.04.2014 03:14 | endazer

9. albûma wan ya ewil ya bi navê hemereng derketiye bazarê..

nûçeya albûmê: http://goo.gl/gmWRfX

û vîdeoya lansmana albûmê: http://goo.gl/33QlCW



20.03.2014 01:38 | endazer

4. derheqê vê komê deû derheqê xebatên wan ên mûzîkal de îro di çapemeniya denmarkê de nûçeyek derketiye.. http://www.dr.dk/Nyheder/Kultur/2013/08/20/084335.htm



21.08.2013 21:07 | endazer

3. hahoooo xwudêooo.. camêran vê carê jî destê xwe bi dengê dashni moradê ve anîne.. bi xwudê xebatek gelek xweş derketiye holê.. vîdeo klÎb ji aliyekî deşniya wekê berê reş ya di nêva keba pÎroz de ji aliyekî û coş û heycana xalê me gare sazkar ji aliyekÎ mirov terkexem û terkedîn û terkedinya dike.. mala hemûyan ava ji bo dengê min tê te û take me homeê..

kerem kin bila kes jê nemîne:



21.08.2013 20:06 | endazer

1. koma mûzîkê ya kurdî ku bi enstrûmanên rojavayî û bi gotinên îngîlîzî mûzÎka xwe îcra dikin.. kom ji gare sazkar, rewan riko, samuel b. sindi pêk tê.. ji mûzîka ku çêdikin re dibêjin hemereng.. di komê de samuel b. sindi gotinên stranan dinivîse, rewan riko van gotinan bi meqaminên modern beste dike û gare sazkar jî bi piranî bi neqaratên stranê şikl û şêweyeke kurdî û kurdistanî dide stranan.. heta niha li ser dinyayê du stranên vê kom û kolozê hene.. yek jê were were yarê û ya din jî newroz e.. evê komê ne tenê di nav kurdan de lê di nav hemû mûzîkhezên cihanî de eleqe û sematiyek ji xwe re peyda kiriye.. li gorî dengûbehsên dawîn bi stranbêja navdar a ji başûrê kurdistanê dashni morad ku wekê şakîraya kurdan jî tê nasîn re stranek nû çêkirin e..



25.07.2013 00:20 | endazer