Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [carina mirov ji yarê diya xwe re dibê yabo] de;

1. gotineka pêşiyan e, carina tiştin ne bi dilê mirov be jî mirov mecbûr dimîne dike an dibêje, di şer'a îslamê de jî te'wîzek bi vî rengî heye, em bêjin yekî tu girtî û ji te re go tu ji şeytên re neçî sicdê em ê te serjê bikin, tu dikarî jê re herî sicdê û paşê dema tu ji destê wan xilas bûyî, tobe bikî.. an em bêjin tu hatî girtin, ji te re gotin tu nebêjî ''diya min jî tirk e ez hazir im ji dewleta tirk re xizmetê bikim'' em ê te daleqînin, tu dikarî bêjî û paşê dema tirsa daleqandinê ji ser te rabû, tobe bikî..

lê hinek bênamûsên eyarfireh jî hene ku ev yek ji xwe re kirine edet, ne carinan lê her tim û daîm ji dostê diya xwe re dibêjin yaboo û ''ortak vatan'' dema tu vê li rûyê wan didî jî xwe aciz dikin, bavûkalan ji bo vî halê wan jî gotiye; di xwe de dibînin lê nasediqînin..



(bnr: eyarê bênamûsan fireh e)

(bnr: di xwe de dibîne lê nasediqîne)



13.04.2015 23:36 | endazer