Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dashni morad] de;

16. tenê performanseka wê ya baş heye ew jî strana dengê min tê te, take me home ya ligel koma li dinê gotiye ye, wekê dî min guhdarî gelek stranên wê kirine, hemû di zikê hev de nahêjin seriyek pîvaz.. xwezî wê rojê min dîtî dev ji stranbêjiyê berdayî û di fîlmên kurdî de lehîstî..



17.08.2014 16:29 | endazer

2. bila li min negire lê dengê wê û mûzîka wê bi kêrî pênç qurîşan naye.. lê di bazar û piyaseya kurdan de eger jin bî û biçekî bedew û levhatî bÎ wekê din tu karÎn û şiyanên te yên ekstremûm tunebin jî tu dikarî dûvên qelew û pariyên xweş bixwî.. ev xanim jî nimûneyek baş û di cih de ye ji bo vê îdîaya min.. bi ya min bike bila dev ji stranbêjiyê berde û xwe j bo modêlî û mankênî û aktrîstiyê kar bike.. ji xwe di van kar û pÎşeyan de karîn û jêhatiniyên zêde ji tu kesekî naxwazin.. biçekî spehî Û levhatî be û hinekî jî xwînşirîn û sempatîk û helbet pîvanên baş yên fîzyolojîk ji te çêtir modêl û mankên û aktrîst nîn in..



25.07.2013 13:51 | endazer