Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şorbenîsk] de;

2. dema ez lîseyê meha remezanê ji ber ku ez li wargehê dimam, hema bêje her roj, hevalekî ji lîseyê an ji wargehê ez dixwestim şÎvê, axirê rojekî dîsa hevalekî ez û du hevalên dî xwestin şîvê/fitarê, piştî ku melayê mexrebê bang da em çûn ser sifrê, li ser sifrê rê tunebû, nîsk, selete û mezeyên muxtelîf, pelçim, borek û nizanim çi û ne çi, min jî zikê xwe bi xwarinên li ser sifrê tijî kir, min go belkî ev malbat jî wekê me kurdan malhazirî çi hebe carekî de datîne ser sifrê, axirê min laliya xwe ya nîskê xilas kir, min dît diya hevalê min, go kurê min te laliya xwe xilas kiribû ez xwarinê bînim ji te re, hingî min fêhm kir ku ew hêj lêlê bû û lolo jî di rê de ye, lê rêya revê jî nemabû, piştî nîskê çar pênc texlît xwarin anîn û her gotin de bixwe ma tu fihêt dikî?? bes xwudê zane wê şevê min çi qas zor da zikê xwe.. *



15.04.2015 01:13 ~01:14 | endazer