Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [17.04.2015 li sêrtê revandina du keçan ji aliyê polîsên tirk ve] de;

4. bÛyera ku aqûbeta wê mereq dikim.. keçik bi hemdê xwe revîne an hatine revandin, polîsan cizayek standin an na?



20.04.2015 18:15 | endazer

1. di radikalê de tê gotin ku li sêrtê du keçên ku ev du roj in winda ne, li mala du polîsan de hatine dîtin.. li gorî gotegotên li ser sosyal medyayê polîsan li malê destdirêjî li herdu keçikan kirine, dîsa tê gotin ku malbata herdu keçikan hatine tirsandin ji ber wê bi ser meseleyê de zêde neçûne..

neyse nehewce ye em meseleyê zêde mezin bikin, muhtemelen wê polîsan rêkin bajarekî dî û di nav çend rojan de ev mesele jî wekê gelek meseleyên dî wê bê jibîrkirin.. ez zanim heçiyê bixwîne wê pê aciz bibe û reşşik bike, lê ji min re ne xem e, çend ihtimal hene ku her yek ji ya dî kambaxtir e, belkî keçik bi dilê xwe çûbin li mala polîsan, li sêrtê nizanim lê li amedê ji wan cure keçên kurd tijÎ ne, û ez vê jî bêjim yên ku keçik revandîn, ne revandin eger keçik bi dilê xwe jî çûbÛya, eger yekî kurd bûya niha ji herdu malbatan belkî deh mêr ji hevdu kuştibîn, lê kes wê dengê xwe li polîsan neke û cizayekî li wan nebirre, ji ber ku kurd ji hevdu re mêr in û ji xelkê re xwelîser in..



18.04.2015 03:05 | endazer