Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [santrala enerjiya tavê ya li sumerparkê] de;

1. projeyeka şaredariya bajarê mezin a amedê ye, cara ewil e projeyeka şaredariya amedê ev qasî min kêfxweş dike, li sumerparkê santrala enerjiya tavê ava kirine û tê gotin wê hemû pêdiviya enerjiya sazî û avahiyên di nav vê parkê de wê ji vê santralê bê dabînkirin.. ji bo projeyê 2 milyon û 346 hezar lîre hatiye xerckirin, li ser muracata şaredariyê, ajansa pêşvebirina karacadagê jî ji bo vê projeyê 666 hezar lîre hîbe kiriye.. tê gotin ku ev santral salê wê 800 megawatt enerjî hilberîne, salane pêdiviya enerjiya sumerparkê çi qas e nizanim lê ez bawer dikim ku ev qas enerjî bes e û zêde ye jî, ji xwe dibêjin ev 45 roj in santral ketiye dewrê de û heta niha 113 megawatt enerjî firotine deiaşê.. sîstemek çawa danîne ber xwe di nûçeyê de nayê gotin lê muhtemelen wê enerjiya hatî hilberandin bidin/bifiroşin deiaşê û paşê li gorî pêdiviya enerjiya sumerparkê wê ji deiaşê enerjî bistînin/bikirrin.. pirsgirêkeka enerjiya tavê heye, nayê depokirin, yanî tu nikarî bêjî hêj tav heyî ez ê têra zivistanê jî enerjî depo bikim û paşê dema lazimî pê çêbû ez ê bişixulînim.. dîsa tê gotin ku salane bi qasê 300 hezar lîre mesrefa ceyranê ya sumerparkê diçe, li gorî hesabekî biçûk, santral wê di nav 8 salan de xwe amortî bike, yanî yê mesrefên xwe derîne.. belkî hindiktir jî be ji ber ku salane çi qas enerjî tê xerckirin li sumerparkê nayê gotin min nekarî hesabekî birêkûpêktir bikim.. Here lînkê



22.04.2015 00:10 ~00:15 | endazer