Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xirê] de;

4. xirêz jî dibêjin, ne kel e, qiwama xwarinê ye, ji bo xwarinên rohn Û di nav de dohn û avbacan heyî yên wek fasûlye, nohk filan tê gotin.. em bêjin te fasûlye çêkir, lê tebeqeya dohn û ya avê li ser fasûlye ketiye û avbacan jî baş li fasûlyê negeriyaye hingî dibêjin fasûlya te xirêya xwe nedaye..

ihtimalek dûr e lê belkî peyv ji peyvagres (grease) hatibe, gres madeyeke rohn e li gorî dohnên din vîskosîteya wê ya herikbariya wê hindiktir e di sektora otomotîvê de ji bo zincîr û menteşe û parçeyên din yên mekanîk-gerok, levketin (sürtünme, friction) û mehînê (aşınma, abrasion) kêm bike tê bikaranîn..



23.04.2015 15:17 ~15:18 | endazer

1. herfa x yê divê wek xeyn a erebî an g ya tirkî were xwendin.. ji bo tîrbûn an rohnbûna xwarinekî anku qiwam û asta çêbûna xwarinekî tê gotin, wek;

- ka xwarin çênebû? tu wê me ji nêza bikujî!

- bêhna xwe fireh ke, fasûlye hêj xirêya xwe nedaye, yanî fasûlye hêj bi dohn û biharat û avbacana xwe re nekelijiye û nebûye yek..



22.04.2015 22:42 | endazer