1. straneke gelêrî ye, behsa trajediya keçieka fileh tê kirin.. wekê pirraniya stranên li ser kêmaniyên civaka kurdistanê, di vê stranê de jî cihê kêfxweşiyê ye ku yê ku stran çêkirî û gotî û gihandî heta îro li ser guloka fileh re hatiye.. di stranê de hêmaya berzanî û textê berzanî balkêş e.. min cara ewl ji dengê mihemed arifê cizrawî guhdarî kir lê mesud cizîrî dengê wî her Û her li dinyayê be, tê bêjî qey davêje ser keça xwe wisa ji dil distire êşa guloka fileh..
min gotinên stranê ji ber dengê mesud cizîrî deşîfre kir, dibe ku çend şaşînin tê de hebin, yên ku di nav deşîfrasyonê de xeletî û kêmasî dîtin xêra xwe bila rast bike..
''tê ji bêriyê.. tê ji bêriyê guloka qîza fileh tê ji bêrikê lo îro herdu danan
ay gula rista zêrê te dirêj in ketiye ser memikan lo îro nav mircanan
ma ne hacî mûsa begê min dibêje ez ê rabim destê gawirê, gawirbavê bigirim îro ji xwe re birevînim ez ê bibim ser dîn û mezhebê lo misilmanan
eman eman eman.. lê neman hey keça xaçoyê fileh
gulo dibêje hacî mûsa begê mino ez gulo me lo gulo bi xwe me
bi emrê xwe çarde me lo begê mino di rûkê xwe de lo îro bi eyne me
wile ez ê jinekî kema sisê lo îro bavfile me
wile wez ê ne layîq û ne babetê hacî mûsa lo îro begê xwe me
wile wez ê tu car û tu zemana bextê hewe lo lo hacî mûsa bi xwudê ne ewle me
eman eman eman.. lê neman hey xaçfile
hacî mûsa begê mino dibêje tê ji bêriyê lo îro guloka qÎza fileh tê ji bêriyê lo Îro tê ji bêriyê
ay hacî mûsa begê mino şûr tazî kir hawara xwudê rabî îro çû pêşiyê
ma ne dibêje gawirê, gawirbavê ez ê rabim destê te bigirim îro ji xwe re birevînim ez ê bibim ser dÎn û mezhebê lo heqaniyê
ma ne gulo dibêje hacî mûsa begê mino ez gulo me lo guloka har û dîn im
ez ê rabim daw delinga xwe hildim qayîş potîna lingê xwe de lo begê mino îro bişidînim
wez ê rabim rêka hewlêrê bigirim begê mino lo îro bikudînim
wez ê rabim textê berzanî bigirim begê mino lo Îro bihejÎnim
ez ê bêjim serok berzanî heke tu îşê min û hacî mûsa safî bikî safî nekî wileh wez ê her heft dewletên ecnebiya xwe Û hacÎ mûsa begê lo lo bi xwe bihesînim
eman eman eman lê neman hey keça xaço fileh''
mesud cizîrî:
vîdyoyê veke
mihemed arifê cizrawî:
vîdyoyê veke
xidirê omerî:
vîdyoyê veke
|