Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sersibehî] de;

2. ''Daweta sersibehiye gor rojên dî bi coştir derbas dibê. Vê rojê bûk û zava jî dikevin destê hev û dawetê dikin. Dema herdu dikevin destê hev rediqisin şabaşên dawetê destê şaşbaşçide diçin û tên, tilîlî xwe li serê govende heya binê govende didin û tên. Bi vî rengê xweş daweta bûk û zavê ber bi qedandinê ve diçê. Firavîn tê xwarin û hedî hedî dawet di qedê. Lê dewet dema sersibehî tê danîn xilas dibê. Ango mirovên bûk û zavê masêyekî di danin nava govêndê de û çi kesê ku hatî dawetê li ser wê masê pere anjî zêr ji malbata zavêre di danin ser masê. Dema ev kevneşopî jî pêk tê êdî dawet tê qedandin. ''

mîrza ronî, dawetên cizîra botan;Here lînkê



25.04.2015 13:58 ~13:58 | endazer