Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [belgeflîma mela mistefa barzanî] de;

2. kêfa min jê re nehat, zêde amator e, hema bêje hemû tiştên di belgefîlmê de rîwayet in û ji dev û çavên kesên duyem an sêyem in, di belgefîlmê de dibêje ligel 500 pêşmergeyên xwe çûye sovyetê, behsa bi dehan navan tê kirin ku barzanî bi wan re têkilî daniye lê camêr çûye li ser linga ligel çend kurdên bernas yên ji rûsya û asyaya navîn re hevpeyvînek çêkiriye û aniye daniye ber min.. ka te nekarî tu yek ji wan pêşmergeyan bibînî û ji devê qehremanê serpêhatiyê çîroka xwe bêjî? an yek ji wan kesên ku mele mistefa bi wan re rûniştiye, axiviye?

di belgefîlmê de ji 11 salên barzanî bêtir, behsa hejêkirin û sempatiya barzanî ya di dilê kurdên sovyêt û asyaya navîn de tê kirin..

dîmenên belgefîlmê, mûzîk, kamera, teksta belgefîlmê û dublaj tê bêjî qey mamoste spartek daye xwendekarekê xwe yê lîseyê, ewî jî deqene ji bela xwe derxê, hema bi telefona xwe ya desta dîmenên belgefîlmê kişandine, ji googleê derheqê barzanî de çend zanyariyên ansiklopedîk daxistine û bi moviemakerê dîmen û mûzîk û tekst pev xistine..



01.05.2015 14:31 | endazer