Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1. pêşangeha pirtûkan a amedê] de;

9. îro bi serekî çûm, min karê wergerekî li xwe kir bela, du pirtûk jê kirrÎn, û di ser rêya vegerê de qederê saetekî guhdarî konsêrta agit ışık kir û hatim mala xwe ve..

paşê eger bi xwe re bibim belkî çavdêriyên xwe yên li ser pêşangehê binivîsim..



17.05.2015 00:12 | endazer

4. min li çalakî û bernameyên pêşangehê nêrî, yekî jî bala min nekişand.. ya ku cihê kêfxweşiyê ye, bi qasê ji bernameyan dixweye, komîteya amadekar ferqî nexistiye di nav weşanxaneyan de, cih daye herkesê cih xwestî, dîsa cihê kêfxweşiyê ye ku bêtir giranî û giringî dane weşanxane û nivîskarên kurd ên kurdziman, neketine ber bayê popûlîzmê û zêde cih nedane weşanxane û nivîskarên tirk û kurd ên tirkziman.. tişteke din ku bala min kişand, ji parçeyên din û ji xerîbistanê beşdarbûn gelekî kêm e, ji bo nimûne min navek tenê jî ji rojhilatê kurdistanê nedît, dîsa çend nav hene ku wekê axêver beşdarî çend bernameyên li ser xal û mijarên cuda dibin, naveroka pêşangehê jî biçekÎ qels û zeîf xuya dike, bêtir giranî dane ser mijarên wêjeyî, mixabin di kurdî de dema mirov behsa pirtûkan dike pêşiyê wêje tê bîra xelkê, le ya rastî wêje parçeyek biçûk ya weşangeriyê ye, wekê dî bi sedan beş û branşên jêreşaxên weşangeriyê hene..



û xwezî derfet hebûya tirşikê jî ji xwe re standek vekiribûya..



07.05.2015 20:29 | endazer