Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [alaska] de;

1. eyaleteka amerîkayê ye, berê di destê împeretoriya rûsyayê de bû, lê sala 1867an di berdêla 7.2 milyon dolar de firotine amerîkayê, salên 1890î piştî ku li vir kanên zêran tên dîtin gelek kes ji eyaletên din bar dikin tên li alaskayê bicih dibin, sala 1959an dibe 49. eyaleta amerîkayê.. ji hêla rûberê xwe ve wekê mezintirîn eyaleta amerîkayê tê zanîn, lê ji hêla popûlasyona nûfosa xwe ve jî biçûktirîn eyaleta amerîkayê ye.. rûberê wê; 1.717.854 km² û nûfosa wê jî teqrîben 700.000 e.. yanî serê herdu kîlometirçargoşeyan mirovek dikeviyê.. nişteciyên wê eskîmo û çermsor in, ji xwe dibêjin cara ewil çermsorên ku ji vir çûne li amerîkayê bicih bûne..

li gorî nûçeyeka sputniknewsê, nûnerên alaskayê daxwaz ji neteweyên yekbûyî kirine ku daxwaza wan ya serxwebûnê bîne rojevê, dibêjin rusyayê bêyî rizamendiya me, axa me firotiye amerîkayê, û amerîka jî samanên me yên sererd û binerd dixwe û talan dike.. Here lînkê



09.05.2015 01:33 | endazer