Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fırat aydınkaya] de;

2. di malpera nûpelê de https://nupel.net/firat-aydinkaya-8-soruda-kurtler-ve-ermeni-soykirimi-85131h.html bi navê di heşt pirsan de kurd û komkujiya ermeniyan nivîseka wî derçûye. û rê li ber nîqaşên li ser vê meseleya kevn vekiriye. tiştên dibêje bi piranî rast in lê bi min masûmiyeta van gotinan nîne. mirov û bêtir jî mirovên rêkxistî bi navê civak yên ji otorîteriyekî dûr û ji tirsa mûeyîdeyan berî dişibin heywanên hov û dirinde û tenê bi ajoyên xwe tevdigerin, mirov nikare hişmendiyekî li wan bifesilîne û helbet ehliyeta wan a fiîlî berpirsiyariya wan jî nîne.



23.04.2020 04:11 ~04:12 | endazer

1. nivîskar û yek ji parêzerên abdullah öcalan, bi navê yeni faşizmin kökenleri:ebedi dönüş (rayên faşîzma nû: vegera ebedî) (weşanên belge), û Ölüm koridoru diyarbakır cezaevi'nden notlar hamit kankılıç ile söyleşi (korîdora mirinê têbiniyên ji girtîgeha amedê hevpeyvîn ligel hamit kankılıç) (weşanên avesta) du pirtûkên wî derçûne, herwiha bi berdewamî di kovara dipnotê de dinivîse.. min navê wî bi hevpeyvîna wî ya ligel rojnameya agosê ya li ser îştîraka kurdan di nijadkujiya ermeniyan de seh kir.. min hevpeyvîn ji serî heta binî xwend, min divê ez wan herdu gotarên wî jî bixwînim ku d destpêka hevpeyvînê de behsa wan tê kirin lê bi xwe re nabînim, heta min ew hevpeyvîna dirêj xwend malik li min çû mîratê.. Here lînkê



09.05.2015 02:53 | endazer