Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [baqî xido] de;

7. shahînê bekirê soreklî, di bernameya xwe ya vê heftiyê ya li ser sbs radio-yê de behsa jînenîgariya vî dengbêjê mezin, ligel pêşkêşkariya çend nimûneyekî ji hunera wî, kiriye..

jînenîgarî+beşek ji destana memê alan+beşek ji destana derwêşê evdî: http://goo.gl/YsEMdx



22.02.2014 04:06 | endazer

6. kilameka vî dengbêjê mezin ya bi navê hey lo dilo heye, min îro ev stran ji dengê keçikeke ciwan a ji rojavayê kurdistanê guhdarî kir, navê keçikê nizanim lê bereketa xwudê li ser dengê wê be, bi rastî jî dihelîne..



14.02.2014 02:41 | endazer

5. dengbêjê ku distire û dibêje;



''Were lawo lawo delal

Anê nemayê ezî nisaxim delalîyo bi dûre wî tadigirim, mehrûm anê nemayê ezî nisaxim delalîyo bi dûra wî tadigirim.



Anê nemayê roj ji rojê xerab tirin, anê nemayê nikanime Kil û Eynikê delal ji min re dikirê rojê şahîyan û defan bi xwe ra rakim û hilgirim.



Anê nemayê ger ku xeber dar xeberê bi min din, bêjin delal hatîye gunde, seba xatirê delêl, dikanim bi hemal bim û gundê Mizarê tev rakim û hilgirim..''



11.09.2013 01:48 | endazer

4. Baqî Xido di sala 1920an de li bajarê Kobaniyê ji dayîk bû ye. Wî di sala 1995an de ji ber sedemên nexweşiyê dest ji dengbêjiyê berda. Jiyana Baqî Xido di nav feqîrî û belengaziyê de derbas bû ye.

Di dengbêjiya wî de rola mihemedê dûman (jêre li Kemanê dida) û mihemed gulî (li tembûrê dida) gelekî mezin e.Di jiyana Baqî Xido de, ku hema hema bi sedan kasetên wî hene.

Ew bi stranên weke Delalê Edûlê, Dewrêşê Evdî, Bêmal, Mem û Zîn, Teyar, Lo Dilo û gelekên din navdar e.



08.09.2013 22:41 | endazer