Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ahmet kaya] de;

28. yekem û yekane strana wî ya kurdî bi navê Karwan ya stranbêjê ji rojavayê Kurdistanê xweşnav têlo ye. gotin û mûzîk ya wî ye û sala 2902an çêkiriye. gotinên stranê pirr xweş in lê ahmet kaya nekariye ji heqê stranê de bê, belkî ji ber ku dema ev stran got êdî dem lê dageriyabû.









10.05.2020 19:05 | endazer

18. li silêmaniyê, navê wî li parkeka nÛ ji aliyê şaredariya silêmaniyê ve hatî çêkirin, hatiye dayîn.. di merasîma navlêkirin û vekirina parkê de keç û jina ahmet kaya jî beşdar û amade bûne..

http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/parka-ahmet-kaya-li-silmaniy-hate-vekirin-h5752.html



16.04.2014 23:00 | endazer

7. stranbêjê rehmetî ku îro roja jidayîkbûna wî ye.. bi vê mûnasebetê ez pê hesiyam ku li silêmaniyê navê ahmet kaya dane kolanekî.. https://www.facebook.com/photo.php?fbid=688185711199123&set=a.650141281670233.1073741825.147948245222875&type=1&relevant_count=1&ref=nf



28.10.2013 13:23 | endazer

6. wek stranbêjekî stranbêjek têra xwe serkeftî û jêhatî ye û di warê mûzîkê de kes nikare bibe serê neynûka wî lê ji bilî çend daxwuyanî û stranên wî yên berî mirina wî ku li gorî min ji ber êşa sirgûniyê hatine kirin eleqeya wî û kurdîtiyê zêde nîne.. derhêner û aktorê navdar yılmaz güney jî berhemên xwe bi tirkî didan lê li tu derî xwe ne dispart paş perdeya çepgirî û sosyalîzmê li her ser her zemîn û platformekî û li bin her banekî nasnameya xwe ya kurdî û doz û daxwaza avabûna kurdistaneke yekgirtî û serbixwe li ber çavên dost û dijminan radixist.. di danîna enstîtuya kurdî ya parîsê roleke gelek aktîv lîstiye û ji bo raya giştî ya cîhanê bi doza kurdistanê bihese hem bi filmên xwe û hem jî bi gotin û gotarên xwe yên rasterast kar kiriye û ked daye.. lê ahmet kaya wek min gotî hetta şeva ku rastî lînca hunermendên dêqehb û pê re jî ya çapemenî û raya giştî ya şîrheram hatî her li gorÎ konjonktûrê tev digeriya û heta jê dihat xwe ne ji dêrê dikir û ne jî ji mizgeftê dikir.. wek min di serî de jî gotî di warê mûzîk û mûzîkalîteyê de gelekî serkeftî ye û heta niha jî di nav stranbêjên tirk de kes nikare avê li destan bike lê ji aliyê kurdayetî û kurdistanîbûnê ve sist û qels û zeîf bû..



04.08.2013 05:48 | endazer