Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çiftexas] de;

3. bi qewlê wîkîpediyayê; çiftexas an b navê xwe yê din patîske, bestirek ji pembûyê ye. Bi bendên 60-80 numareyê tên ristin. 1 m² = 60, 100 gr e. Ev bestir dikare bê boyaxkirin jî.

Şûştin û dirûtina wê hêsan e. Navê patîske ji paşnava Cambraili Baptiste tê ku cara pêşîn wî hilberîna vê qumaşê kiriye. Hin jî dibêjin navê vê bestirê ji bêjeya baftas a hindî tê û ev qumaş ji Hindistanê belav bûye. Çiftexas li Kurdistanê gelek hezkirî ye, di wêjeya kurdî de herwiha pirra hatiye bikaranîn. Here lînkê

bi tirkî jê re dibêjin patiska, hasse û bi îngîlîzî jî; batiste, cambric, calico, chambray, li ser bextê wîkîferhengê bi kurmancî jê re xase, patîske û emilkan jî dibêjin..



ji nimûne ji bo bikaranÎna peyva çiftexas di nav tekstên kurmancî de;



''Çem jî ser hev û ber hev ra pêlan li ser pêlan vedidin û dihurmicin û kêf li ser ketî pêş da dixişikin. Her yek ji wan çemana wekê kobeyên mezinên zîvînin ko dorandorî kirasê çiftexasê bûkiniyê ra hatine dirûnê. ew teqalên ko taze reş bûne jî bînanî çepikên gulan li ser dava wan kirasana da bera mirovî li ser xwe da radikêşin.'' Here lînkê

''Eynî berf e, eynî çiftexas e.'' (biwêj) Here lînkê



14.05.2015 16:35 | endazer