Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dünya tv] de;

15. tê de bi navê rû bi rû bernameyeke xweş heye.. bername li nivîskar û rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ên ji her parçeyên kurdistanê dibe mêvan û çîrok û serpêhatyên wan ji dev û dengê wan radigihîne.. camêrekî bi navê nevzad keskîn bernameyê Çêdike û birêve dibe..



08.06.2014 23:02 | endazer

6. camêrê ku di vê kanalê de dersê dide navê xwe nezir gümüş e û berê li cizîrê dema ku ez diçûm dersxaneyê di dersxaneya surê de niha navê wê bûye dersxaneya femê mamostetiya zimanê tirkî dikir.. hê hingî jî di ber dersê re zimanê kurdî û zimanê tirkî hevber dikir û bi nimûneyan dewlemendiya zimanê kurdÎ şanî me dikir û ji helbestên melayê cizîrî û ehmedê xanî û feqiyê teyran û eliyê findikî ji me re beyt dixwendin.. yanî dikarim bêjim ku yekem mamosteyê min ê kurdî ye..



27.07.2013 20:34 | endazer

3. televîzyona cemaeta fethullah gülen e.. lê bernameyên gelek xweş yên wêjeyî û siyasî û derheq hÎnkirina zimên de tê de hene.. eger ew çend bernameyên ku ji stv û kanalên din ên cemaetê distînin û werdigerînin kurmancÎ jî nebûna min ê gotibûya kanala herî serkeftî ye di halê hazir de.. heta kurd 1 hebû wekê ji navê xwe jî diyar bû kanala yekem û serkeftîtirîn bû li ber dilê min di nav kanalên kurdî de lê niha ji bo vê meqamê ez tu kanalan mûnasÎb nabînim..



27.07.2013 19:33 | endazer