Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xesû] de;

1. diya zavê, dema jin û mêr dizewicin, diya mêrî/zavê dibe xesûya jinê/bûkê..



û straneke gelêrî ye, dema ez biçûk hemmma tê bîra min ev stran ji derekî bi ber guhê min ketibû, paşê li ser netê ez çi qasî lêr gerihabim jî min peyda nekir, çend roj berê, min ji kombersa xwe guhdarî mûzÎkê dikir, min hew dît nazdar cizîrî vê stranê dibêje; Here lînkê

(strana behs dikim deqîqeya 01:52ê destpê dike, stran di albûma vê taliyê ya nazdarê ya bi navê keyf û shahî de cih digire )



gotinên stranê:



hêlila maşila yar xesûyê xesûyê

hêlila maşila xwezika xesû nebana

hêlila maşila bûk bi dilê xwe bana

hêlila maşila heft???? me bana



hêlila maşila xesûya min a pîr pitik

hêlila maşila çavê wê wekê kitik

hêlila maşila girika bûkê wek heftik

hêlila maşila girika bûkê wek heftik



(rêza çarê ya benda yekê û herdu rêzên dawîn ya benda didoyê ji ber ku tênegiştim min nekarî tam deşîfre bikim)



24.05.2015 04:04 ~2015.09.27 22:48 | endazer