Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hola êzîda] de;

52. potansiyela faşîzm û bêtehemûliyê ya di dilê gelek nivîskaran de derxistiye meydanê û daye ber tavê, bi kurmanciyeke fesîh dinivîse, çavkaniyên ku jê vedixwe -bi baweriya min- şêlo ne, cihê ku pal û pişta xwe dayê û xwe pê girtiye leq e lê retorîkeka wî ya xurt heye, dikare bersiva xwe bide..

çawa pirraniya kurdên misilman nasnameyên xwe yên dînî didin pêş nasnameyên xwe yên din ên etnîkî, qewmî û malbatî, normal e ku kurdeke êzidî, elewî, yarsanî ûhwd. nasnameya xwe ya dînî bide pêş nasnameya xwe ya kurdbûnê, mafê wî ye ku xwe kurd nebîne û qebûl neke.. nasnameya kurdbûnê li ser yekî ferzkirin eger ew kes ji heft bavê xwe de kurd be jî faşîzm e, û ji ber vê helwesta wî cih lê tengkirin an tehn û mineta xêr û qenciya xwe lê kirin jî bêtehemûlî ye..



li ber dilê min deh qetî ji wan kurdên ku bi zimanên biyanî heta êvarî behsa kurdbûn û kurdistanê dikin lê bi xwe re nabînin xwe bielimînin çend lefzên kurdî çêtir e û biqedr û qîmettir e..



07.07.2015 03:50 | endazer