Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yadê] de;

8. yaaaa ya ku mirov jê dibe.. *



29.07.2013 17:18 | endazer

3. navê helbesteka şairê kurd yeqîn h. ye ku ez ne şaş bim di hejmareka kovara çirûskê de derketibû.. mixabin niha di dest min de nîne lê eger şaş nebim ristek wek ''dizane ev kur yadê, te çend tenûr dadan li emrekî'' derbas dibû di helbestê de..



28.07.2013 05:22 | endazer

2. navê straneka ciwan haco ye.. bawer nakim ku kesek li dûrî û dûryanan bijî û dema ku guhdarî vê stranê bike xwe ragire û negirî.. newaya stranê ji milkê û gotinên stranê jî ji milkê bi bistikên sorkirî hinavên mihû dax didin.. yanî heçiyê li xerîbiyê dijî bila xwe ji vê stranê dûr bide..



'Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,megirî megirî

Gava ez mirim tu megirî



Erê yadê,yadê îro

Talan û hingavtin e

Erê yadê,yadê îro

Ledan, agir û xwîn e



Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,megiri megiri

Gava ez mirim tu megiri



Erê yadê,yadê sibe

Wekhevî û azadî ye

Erê yadê,yadê sibe

Serxwebun û asitiye



Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,yadê yadê

Erê yadê,megirî megirî

Gava ez mirim tu megirî'



ji bo ciwanik û ciwanmêrên ku hê jî di nav daw û delingên diya xwe dijîn û qedrê diya xwe nizanin:



28.07.2013 05:19 | endazer

1. li deverên wek botan û toran û xerzan û behdînan yên kurdistanê bi vî navî li dayikan tê gazîkirin.. li deverên wek amed û serhedê jî wek dayê dayîk navê dayikan tê hildan.. ji ya û dêyê pêk hatiye.. yanî yaaa dê an waaa dayikêê.. herwiha bav jî li heman deveran wek yabo tên gazîkirin.. ew jî ji ya û boyê pêk hatiye.. yanî yaaa boo an waaa bavooo.. nizanim çima lê di kurmancî de şirîntir û siviktir peyv e li ber dilê min..

berê wextê em zarok dema me şer dikir û yê ku lêdan dixwar ji bo hawara xwe bigihîne diya xwe digot ''yadêêê'' me digot: ''yadê çû midyadê''..



28.07.2013 05:14 | endazer