Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tawusî melek] de;

1. ''Êzîdî mîna fileh û misilmanan bawer nakin ku Tawûsê Melek (Şeytan- Divel), serkêşê xerabiyê ye. Belku ew bawer dikin ku serokê tevaya firîştane û ew digel Cibraîlî rohê xelkê dikişîne. Lê xerabî bi xwe di dilê mirovî de ye û serekanî jî ne Tawûsê Melek e. Herwesa çîroka dirustbûna gerdûnê, li cem êzîdiyan, ne weke ya olên din e. Ew bi vî rengî şirove dikin: Berî ku Xudê, heft firîştên din dirustke, Tawûsê Melek ji ronahiya xwe çêkir û ferman dayê ku ji kesekî din re sucdê neke. Dema Xudê heft firîştên din çêkir û ferman da ku ji erdî axê bînin û ji wê jî, helametê Ademî çêkin. Xudê ji roha xwe pif kirê û ferman da tevaya firîştan ku, sucdê ji bo Ademî bikin. Hemî firîştan sucde kir, lê Tawûsê Melek ne kir. Xudê sedema vê yekê jê pirsî, wî jî bersiv da: "Ez çewa sucdê ji bo yekê din bikim! Ez ji ronahiya te me û Adem ji axê ye. Ez şîret û raspêra te li erdê naxînim..." Hîngê Xudê wî xelat dike û dike serokê tevaya firîştan û cêgirê xwe yê li ser erdî. Ji ber hindê jî êzîdî bawer dikin ku Tawûsê Melek, nûnerê Xudê yê li ser erdî ye û salê carekê, di çarşema yekê ya meha nîsana rojhelatî de, tê xwarê ser erdî. Û ew roj jî li cem êzîdiyan dibe cejna serê sala nû. Di wê rojê de, Xudê ji ronahiya xwe Tawûsê Melek dirust kiriye. Êzîdî baweriyeke mukim bi vê çîrokê tînin û xuya dikin ku, Xudê viya ye Tawûsê Melek taqî bike ka şîr eta wî ji bîr kiriye û li wê pileyê ye ku bibe nûnerê wî li ser erdî yan ne? Nexo çima Xudê ferman da firîştên xwe ku sucdê ji bo Ademî bikin, li demê ku Xudê ferman dide. Bibe, dibe( kun feyekon). Tawûsê Melek, wek hizreka felsefî, ji aliyê wî xelkî ve tête peristin, yên ku bawerî bi rastiyê tînin. Êzîdî dibêjin ku bi tenê ew e gelê yekan e û hişyar ku, bawerî bi rastiyê anî. Herwesa hizra peristina Tawûsê Melek, mîna hizra pileya bilindbûnê di zanista ciwaniyê (sublime) de ye û yê baweriyê bi vê hizrê neyîne, nikare vê rastiyê jî bibîne. Lewre gelê êzîdî şiya vê rastiyê û vê hizra ciwaniyê jî bibîne.''



(bnr: felsefa ola êzîdiyan û koka wê), (bnr: pîr memo osman)



28.07.2013 07:19 | endazer