Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bi haweyê tirkî] de;

1. navê nivîseka laleş qaso ye.. di kovara çirayê di hejmara 17an ya ku di havîna sala 1999an de belav bûye de derketiye.. nivîs li ser jargon û lîteratora girtiyên di girtîgeha amedê yên ku piştî derbeya eskerî ya di îlona 1980an ji ber hesasiyetên xwe yên kurdîtî û kurdistanîbûnê hatine girtin de ye..



dadgeran ez bi haweyê tirkî ceze kirim!

Ev dihat maneya ku dadger te ji kuştina sê-çar mirovan berpirsiyar girtiye, idam daye te û ne hiştiye ku tu bersiva xwe jî bidî.

mehmetçîkan li korîdorê bi haweyê tirkî çixareyek dan min!

Mehmetan bi darê zorê çixare xistine destava wî û çixare di destavê de pêxistine. Bêguman di nav temamê miletan de wek hev tiştin exlaqî û kulturî hene. îcar gava ku di nav temamê miletên cîhanê de kişandina çixareyê a ji qûnê, bi tenê di kultura tirkan de hebe, li gor min jî divabû girtiyan ji wê wahşetê re "bi haweyê tirkî" bigotana.

bi haweyê tirkî îfadeya min sitendin!

Neh-deh rojan xwarin ne dane wî û temamê canê wî bi lêdanê mîna hejîrê nermijandine. Dû re li erdê vezilandine, sê-çar mehmetçîk bêkeys li ser rûniştine, yekî pê li situyê wî kiriye û yekî jî di devê wî de mîztiye. Dû re jî îfadeya wî li gor dilê xwe nivîsîne û ewraq pê dane imzekirin.

bi haweyê tirkî girtin ser qawîşê!

Seet li dor dudu an sisêyên şevê ye. Ji bilî girtiyên ku nobedarên qawîşê ne, herkes razayiye. îcar tam di vê demê de bîst-sih mehmetên wek bîst-sih beştan bi dar û zincîr ji nişkê ve dikevin qawîşê û xwe zer dikin girtiyan!..

bi haweyê tirkî qawîşa dehan êşkence kirin!

Qawîş piçûk e. Sih-çil girtî tê de dimînin. Li dor heyştê mehmetçîkên bi dar û zincîr dikevin hindurê qawîşê û ketûber li wan dixînin. Û dû re jî bi ser wan de dimîzin...

xelê bi haweyê tirkî li ser qeşê meşandin û ceze kirin!

Şemitandin qedexe bû. Mehmetek li Xelê siwar hatiye, Xelê bêsenede li ser qeşê meşiyaye û şemitiye; dev û ruyê xwe bi xwîn kiriye û tiliya xwe a girdikê jî şikenandiye. Cezeyê şemitandinê bi giştî bi lêdanê diqediya.

mele Şêxmûsê diyarbekirî bi haweyê tirkî girar xwar!

Bi Mele Şêxmûsê yextiyar qerwaneyek girara rijî dane xwarin! Mele ji hawhaw de ketiye û li ser çementoyê bêlept veziliyaye. Ûbi ser dejî pê li zikê wî kirine! Girarê di jêr û jora Melayê me re diavêt!..

me îro li mehkemeyê bi haweyê tirkî destava mezin kir!

Mehmetçîk pênc-şeş girtî xistine qedemgehekê, derî li ser wan vekirî hiştiye û gotiye hûn ê li ser pêyan destavê bikin!..

firavîna me a îro tam bi haweyê tirkî ye, ha!

Ev dihat maneya ku di nav xwarinê de pîsî, mişk, xwê û hwd. heye.

bi haweyê tirkî dîlekçeyek bi min nivîsandin!

Mehmetçîk dixwaze wî bi êşkenceyê bikuje. îcar berî ku wî bikuje, pê dîlekçeyeke ku nexweşiya dil pê re heye dinivîsîne û dilekçeyê dişîne dadgehê.

bi haweyê tirkî rûvê min kur kirin!

Rûvê wî şewitandine û jê re gotine "Temena xwe xerab neke û nebêje ay ûyayûy!.."

mehmetçîk bi haweyê tirkî pirsa zewacê ji min kir?

Ev dihat maneya ku mehmet dixwaze ya wî berde ser xwe û ya jî xwe berde ser wî

bi haweyê tirkî ez verşiyam!

Ev dihat maneya ku bi lêdanê ji hinavên xwe xwîn beliqandiye.

bi haweyê tirkî ez diêşim!

Pir êşkence xwariye. Canê wî ji êşa lêdanê dilerize, xwe li ber nagire û dixwaze xwe bikuje.

celalo bi haweyê tirkî mir!

Li girtîgehê piştî ku mirov dikuştin, îcar kaxetek dianîn û digotin "imze bikin ku hevalê we ji renzê ketiye û miriye" Renze ji erdê bihustekê bilind e. ''Yaho mehmet, ma hevalê me hêk bû ku bişike, yaho!''

xwarina me bi haweyê tirkî li êgir kirine!

Mazot xistine nav xwarinê û dibêjin "îbneler, ava Diyarbekirê bi mazot e!.."

bi haweyê tirkî bikene!

Ev dihat maneya ku divabû tu biziriya. Di vê zirandinê de ên nuhatî ji her kesî bêtir lêdan dixwarin. Dema ku mehmetên misilman li devê deriyê

qawîşê bi mircaqan disekinîn û digotin "tiro bikenin!" girtiyên ku nuh hatibûn, bi meseleyê nizanîbûn û dikeniyan. Mehmetan jî bi mircaqan êrîşî

ser wan dikirin.

Ev tiştên ku min li jor rêz kirin, bi qasî têgihiştina min, ilm hemiyan wek "kultur" qebûl dike...

Li girtîgehê di warê xerabiyê de tiştek belê tiştek ne mabû ku dewleta mehmetçîkên tirkên misilman ne fikirîbe û di girtiyan de ne kiribe!

Û bi ser de jî şêxên me ên bêşaşik, "bi haweyê tirkî" li ber mehmetçîkan bûne lûlik ku mehmetçîk, "birayetiya" kurdan qebûl bikin.

Ji ber ku derwêş ji selewat û tekbîran fêm dikin, ez ê jî di vir de bi haweyê derwêşan ji derwêşên bêerbane re, li ser kultura kurdan bi çend rukûban rabim. Lê berî vê ez dixwazim ku bi kurtî serpêhatiyeke xwe bibêjim.

Min bi salan feqetî kiriye û li ber destê şêx û meleyan xwendiye. Ji van şêx û meleyên ku min li ber destên wan xwendibû şêxekî jê, pir bawerî bi dewleta tirkan anîbû. Li gor wî tirk bi miletî ne dijminê kurdan bûn; di rojekê de wê hedayet bûbana û birayetiya kurdan qebûl kiribana. Şêxê min ê qosarî ji ber wê baweriya xwe, bêyî ku bizanibe bê çi dike, bi tevger û dan û sitendina xwe tam bûbû nûkerê dewletê jî.

Kêfa şêxê min tiştekî zêde zêde ji siwarbûna keran re dihat. Di sala ku min li balê dixwend, hema hema her roj me ê digel kera wî a şînbozî xwe berdaba binya Qosarê (Kiziltepe); min ê bi hefsarê kerê bigirta, ew ê siwar bihata û em ê têketana ser rêya Birehîmyê. Di wê navê re jî çîrokên li ser keran ji min re digotin...

Piştî feqetiya xwe bi gelekî, li gor rîwayeta ku ez jî di wê demê de bûme ' sosyalîst -efendî' , ez ê bi mêhvanî herim mala şêxê xwe, li ser dan û sitendina wî a bi mehmetçîkan re vê serpêhatiya xwejê re bibêjim û ew êjîpir bifikire.

" Şêxê min ê delal, di sala 1974-1975an de li qeza îzmîrê li Ayvalikê ez û grûbeke hevalên xwe ên şoreşger em li nav darên zeytûnan bûn; me dixwar û vedixwar û em li ser şoreşgeriya kurdî dipeyivîn. Hevalên min hemû tirk bûn. Bi kurtî, di wê dema ku me tam daye hev û me li hev sincirandiye û hema min dît ji nişkêve kerekî wek ên bismiliyan mezin, rikêbî ser min kir. Ez ji ber reviyam. Kerê ku diranê xwe qîç û guhên xwe jî miç kiribûn, digel ku hevalan jî êrîşî ser wî kirin, ji ser min venekişiya û da ser pişta min. Bêmefer min xwe avêt ser dara zeytûnê. Ker li dora darê çû û hat û dev li newqa darê kir. Dar kevajt; kêlekên xwe di darê de bir û anîn û dar hejand. Eger hevalên min nehatana bi min ve, miheqeq wî kerî ez li wir dikuştim û dû re jî ez dixwarim..."

- Yanî tu dibêjî gava ku ker ewqasî dijminê kurdan be, wî çaxî jî gerek mirov bizanibe bê xwediyê kerê çendî dijmin e, ha?

- Erê.

Piştî derbeya îlona sala 1980Î, mehmetçîk wê şêxê me li ser ku bi kurdî ders daye feqeyan bigirin, li Tûgaya Mêrdînê bi ser şaşik û cubeyê wî de bimîzin, têra wî lêxin û dû re jî rêyî girtîgeha Diyarbekirê bikin!..



***

Şêxên me ên bêşaşik û cube ji bîr dikin ku gava mirov bi exlaqê xwe, terbiye û qeweta xwe bi ên li himber xwe ne bû wek hev, wê ew birayetî jî koletî be. îrlandî û ingilîzî, baskî û spanî ji ber ku dişibin hev, dikarin bibin 'birayên hev' jî. Lê kurd hîn jî bi destan û tirk jî bi kevçî xwarinê dixwin. Kurd "lolo bira" û tirk jî "lan zirto" dibêjin. Kurd dilkeçikî û mêşinî û tirk jî aqilşeytanî û şemûsî ne. Kurd berê xwe didin Mihemed û tirk jî berê xWe didin Atatirk û limêj dikin. Dengbêjên me wek eskerên ku qomandar di ber wan re derkeve, di temenê de û ên wan jî wek qomandarên ku li Kurdistanê şer dikin, di ber sitiranên xwe re dansê dikin. Kurd eniya jina xwe û tirk jî lêvên jina xwe maçî dikin. Kêfa me ji meyirê, îsotê û pîvaz û sîrê re tê û tirk jî ji van tiştan îllellah dikin! Hema li ser pîvaz û sîrê jî mabe em ê nikaribin bibin birayên hev. Kurd xwe li ser piştê û tirk jî xwe li ser zik pal didin. Û li gor dînê islamê jî paldana ser piştê pêxemberî û a ser zikjî şeytanî ye. Gelo ev şêxên me ên bêrîh, hîç fikirînê ku dinya jî rabe, wê pêxember û şeytan nikaribin bibin birayên hev! Ew qebûl bikin jî Xwedê wê qebûl neke. Dînê serhediyan bi çûrtên û îmana botiyanjî bi penêrê sîrikî ve ye. Baş e, gava yekî ku bêhna sîrê jê bê, ma mirov dikare li ba rûne, hi? Dapîra min şahreke botanî girêdide û tirk jî qebûl nakin ku pîrê bi wê şahrê li Beyoxlû û Tarlabaşî bigere. îcar ka em çi bikin ji pîrê? Ma em wê jî bikujin û wek xwediyên '33 imzeyan' xayin ilan bikin? Ez ê bi tirkan re tu carî nikaribim 'tivîste gel' bibêjim. Navê keça min Pelda û navê a wanjî Tansû ye. Ê ne êz ê navê Pelda nekim Tansû. Sitiranên me li dor nîv seetê û ên wanjî li dor sê-çar deqîqeyan digirin. Hema berî hertiştî wê tirk di televizyonê de rê nedin ku em bikaribin heta bi dawiyê li sitiraneke xwe guhdarî bikin. Em divê bi çend programan derkevin televizyonan. Goyî û mamxurî û herwekî din hîn jî bi çarox in. Û tirk jî nahêlin ku mirovên bi çarox bên meqamên wan. Gelo ev şêxên me ên ku habela feqeyan diricimînin, wê bikaribin ev ên me bi qundere bikin? Ez naxwazim ji tirkan fe eskeriyê bikim; lê gava wan birayetiya we qebûl kir, îcarhûnêjîjiboneçûnaeskeriyê,min'murtud'yajî'muxerebîn' ilanbikin. Tirk li zirnê naxînin û kêfa kurdan jî ji zirnê re tê. De ka şêxên mino, hûn ê vê yeka ha çawa safî bikin? Tirk ji mirîdiyê aciz in û kêfa me kurdan jî ji mirîdiyê re tê. Ma em ê bê hucetulislam an pêxemberulzeman bikaribin bijîn, gelo? Tirk kitêbên pornoyî dinivîsînin; ê me yekî di neqeba wê û wî de kitêbek nivîsand me ew dîn kir. Xwe hazir dike ku ji ber me bireve Emerîkayê. Lê min jê re got here Efrîkayê. Yanî li cîhekî wek Swêdê jî jê re sitar ne maye. Kurd di dawetan de dilîlînin û tirkjî difikînin. Cidên me, hema ku we lîlandina me kire fîkandina tirkan, em ê bi tirkên we re xweş bikaribin bibin birayên hev jî. Di govendê de tiştekî kilêt e ku kurd tilmiqûnên xwe biricifînin; lê tirk jî vê tilmiqûnê wek kodika êş dilerizînin. Şêxên mino ez bi qurban, wê qîma tirkan neyê ku em jî wek wan lê nexin. Hema ji serî de li ser vê meselê jî mabe wê lihevhatina we bifeşkile. Ez baş baş kurdan û Kurdistanê nas dikim. Ji bilî çend serxweçûyên rihayî, ez bawer nakim ku kurd bikaribin ji navikê û berjêr de xwe bikilên. Dinya jî xerab bibe, cizîrî dev ji pênêrê sîrikî bernadin! Em wek hev nagirîn, nakenin, napeyivin, naxwin û venaxwin û em ê bibin birayên hev, ha(!) Wilo birayetî nabe hezret im. Bibexişînin, hûn xwe dixapînin û serî li miletê me jî digerînin!

Şêxên me ên ku di bin girarê de goştê mirîşkê nabînin, hertiştên me serûbinî hev kirine. Hertiştên ku di kultura me de, me wek rûmetê dizanîbû, hemû bi haweyê bêrûmetiyê rave kirine! Derew bûye rastî, tirsonekî bûye mêrxasî, rev bûye liberxwedan, daxwaziya serxwebûn û azadiyê bûye îxanet, berdoşekî bûye maqûlî, efûxwestin û serîdanîn bûye mezinahî; cihê bêbextan di civata me de tunebû, bêbext li cihê herî bilind rûniştîne. 'Eşek oxlu eşek' bûye aslan oxlu aslan, 'zirto' bûye beyefendî, 'rezîl' bûye wezîr, 'zuppe' bûye efendîcixim, 'soytarî' bûye şahim û hwd. îcar gava tu li himberî 'Eşek oxlu eşek' û 'Rezîl' û 'şerefsîz' derdikevî, ji te re jî "bergîlî ye fêm nake", dibêjin. Dû re jî zir pelxemekê di te de werdikin "ew siyasetê dike yaho, tu çima ji teqtîkan fêm nakî haho!.." pê ve dizeliqînin û bi masmedya xwe re êrîşî ser te dikin. Di kultura me de 'ji bo siqêfekê heft mêr dihatin kuştin!' Lê îro?.. Kultura me talan bûye!

Hinekî jî li gelê me guhdarî bikin bê gel çi dibêje. Gel wilo dibêje: "Di nav xwarina tirko dejahr, di nav vexwarina wî de zîro û di nav livînên wî de jî mar heye! îcar em ê çawa bi hev re bixwin û vexwin û razên!" De şêx im, bi wan re bibin yek ku hûn tiştên me ên mayîjî di Pira Selatê de werin.



Wê çawa bibe?



Bi vê lihevhatina şeqlovîzkî, dewleta tirk dibe ku ji herkesî bêtir navê kurd û Kurdistanê di nav dinyayê de bîne zimên û li wan xwedî derkeve. Lêbelê ew ê vê yeka ha jî bi haweyê tirkî bike. Yanî ew ê bibêje ku "Kurd hene, lê fizîkî tune ne! Kurdistan heye, lê kes nizane bê li ku derê dinyayê ye!" Bav û kalan bi derewan ne gotine "çov ji çov vedigere!" Mehmetçîk dibe ku bi vê lihevhatina şêxên me ên bêper û bask, di rojeke de rê bide zimanê kurdî. Lêbelê ew ê jî bi haweyê tirkî be. Yanî wê kurdî bi kurdan li gor hejmara tîpên elfabeya xwe bi kar bîne û destûra ku kurd ji welat re velat, ji êvarê re evar, ji qutiyê re kutî, ji Qelşo re Kalşo û hwd. bibêjin, bide.

Mehmetçîk û xelkê xwe dibe ku di rojekê de bibin sosyalîst efendî. Lêbelê sosyalîzma wan jî wê bi haweyê tirkî be. Yanî ew ê hertiştî berevajî hev bikin û bimeşin. Bav û kal dibêjin "Dîn dîn dibîne, debûzê xwe di bin qêpût de vedişêre" îcar tew dijminên miletê me ne dîn, zir dînin, cidên me! Disa ez ê bibêjim ku ne îrlandî ji kurdan û ne jî tirk ji ingilîzan bi hêztir bûn. Lê ÎRAyê pişta ingilîzan tewand. Dewleta Spaniyayê ji a tirkan bi qewetir bû û ETAyêjî ew deverû bire erdê. Hema demeke kurt be jî serê xwe ji dêvla birayetiya bi tirkan re, li ser nebirayetiya bi wan re biêşînin, hûn ê bibînin ku heta bi Emerîkayê jî wê nikaribe bi miletê kurd.

Miletê misilman nikare bibe humanîst û dû re jî sosyalîst -efendî. îcar nexasim ku ev milet tirk be! Lê şêxên me kirine serê xwe ku bi çi haweyî mabejî divê kurdan bikin birayên tirkan. Ji bo ku hûn bigihên meqseda xwe:

Heta ku hûnjî bi qasî tirkan bi hêz nebin, wanjî bi qasî ku em hatine kuştin nekujin, pîs û talan û bêşexsiyet nekin hûn ê tu carî bi wan re nikaribin "wek bira" bijîn. Li gor min, rêyên wê qonaxa pozbilind jî ev in: Pêşî bibin miletperwer û dev ji her tiştên bi tirkî berdin. Li xwe vegerin. Di mala xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin. Bi vê yekê hûn ê karekterekî kurdî bi dest bixin. Ji ber ku karekterê we bûye ê tirkan tirk di çavên we de mezin û kurd jî piçûk bûne. Ew zir mezinahiya tirkan(!)hiştiye ku hûn miletê kurd qels û di doza xwe de jî kewaşe bibînin. Li xwe vegerin û bibin kurd; hûn ê bibînin bê hûn ê çiqasî nefretê ji mehmetçîkan bikin û ji xwe fedî bikin ku bi tirkî bipeyivin. Mesele ji ber ku ez wek kurdekî dihizirim û tirk jî her roj sê-çar insanên me dikujin, ez ji xwe fedî dikim ku ez bi tirkî bipeyivim. Li xwe vegerin ku hûn bi qeweta hêza xwe bizanibin! Li xwe vegerin; bi qasî ku hûn ê li xwe vegerin hûn ê ewqasî jî nefretê ji mehmetçîkan û bi qasî ku hûn ê nefretê ji mehmetçîkan jî bikin hûn ê ewqasîjî ji miletê xwe hez bikin. Kurdî hîn bibin ku hûn exlaq û karekterê kurdan zeft bikin û ji tirkan netirsin. Miletê kurd, miletekî henûn e û li gor ilmê psîkolojiyê jî karekterê henûnan, pozitîv e. Eger vî karekterê henûn heta niha bi miletî tiştek bi dest ne xistibe, ev sûcê nezaniya me ye. Karekterekî pozitîv gava zane bibe, dikare gelek tiştên hêja bike. Kurd bi vî aliyê xwe miletekîpir mezin e! Lê mixabin şêxên me ên tarikselat, hîn jî ew mezinahiya wî fêm ne kirine. Ev yek. A duduyan jî ji ber ku wê mijar ji guhera kulturê derbasî guhera siyasetê bibe, ez ê nebêjim. Eger masmediya terîqetiyê rê bida, min ê jî bi kêfxweşî dîtinên xwe bianîna zimên.



Perçeyek ji kitêba min a ku sê-çar sal in min li ser Zindana Diyarbekirê nivîsiye û çapxaneyên kurdan jî ji tirsa şêx û mirîdan newêrin çap bikin



27)Razan



Li girtîgeha Diyarbekirê razan jî bi haweyê tirkî bû. Girtiyan piştî ku şîv dixwarin, hema ne bi gelekî, divabû raketana. Seeta raketinê bi giştî li dor heyştan bû. Gotina ku dibêjin "xew û mirin yek e", li girtîgehê derbas ne dibû. Girtî divabû şiyar-razayibûna. Yanî him razayî û himjî şiyar bûna. Wilo çawa dibe nebêjin, wilo gava bi haweyê tirkî be, dibe !

Li gor qanûnên mehmet, herkes divabû li serpiştê di temenê de (esasduruş) raketiba. Mirovê gava ku di xew de temene xerab dikir û xwe diqulipand ser teniştekê, lêdan dixwar.

Di dîwarên qawîşan de zeraqe hebûn. Mehmetçîkan di van zeraqeyan re nahtorî li xewa girtiyan dikirin. Mirovê dema pixe pix jê bihata, di xew de biaxiviya, çongên xwe têxistana zikê xwe, lingên xwe bilebitandana, xwe bixuranda, bêvila xwe paqij bikira, bikuxiya, tir kiriba û hwd. divabû sibehê hesab bida gardiyanê qawîşa xwe. Lê mehmetçîkan bi giştî bêyî ku hesab ji gardiyanê qaWîşê re berdana, her şev diketin hindurê qawîşan û wan bi xwe ew hesab distendin.

Min jî wek gelek kurdan ji destê mehmetên ku rojîdigirtin û limêj dikirin hawe bi hawe êşkence kişand. Lê bi rastî du haweyên êşkenceya mehmet ne dihatin kişandin! Yek, gava ku hişk bi gunê mirov digirt û badida! Te digot qey em nêrîbûn... Dudu, gava ku mirov di xew de bû û wî bi dar mirov ji xew şiyar dikir! Belkî jî ji ber wan sebeba ye ku ez ê tu carî nikaribim mirovekî 'îtîrafçî' mehkeme bikim. Me kurdan gotinek heye dibêjin,"Dîtin û gotin nabe wek hev." Hema xwe bikujin û nebin hêsîrê destê tirko! Ji destê wê wehşetê hin girtiyanji bo ku temena wan xerab neba û mehmet ew saqoçermî ne kiribana, xwe bi renzeyan ve gindorkî girêdidan. Di qutîk û kîsikên naylonî de dirîn û dimîztin. Û digel wê pîsiyê jî radizan. Qeryoleyên hêsîran di salên wehşetê de eskerî û du qatî bûn. Kesekî ne diwêrîbû li qata jêr raketa. Ew jî ji ber ku ji jor de mîza hevalê wî ne herikîba devê wî. Lê mixabin digel wêqas tedbîra me a herî mezin, dîsa jî me mîz diherikand devê hev. Û heta pîsî jî...



28.07.2013 08:39 | endazer