Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kilam] de;

2. li gorî tezekî ev peyv ji peyva kelamê ya ji erebî ya di wateya peyv, gotinê de ye tê an çêbûye..



28.07.2013 15:37 | endazer

1. di kurdî û kurmancî de stran, awaz.. an gotinên levhatî yên ku di ber rîtm newayeke diyarkirî re de tên gotin.. bi piranÎ ji bo stranên dengbêj distirên û dilorînin ev peyv bikar tê.. nivîskarê kurd eskerê boyîk derheqê kilaman yên di nav cih û civak û civata kurdan de wiha dibêje: Ne şînê kurda bê kilam dibin, ne jî şayî… Dema tenêbûnê kilam kurd ra heval e. Civaka kurdî bê kilam û dîlan nameş e…Dema evîntyê, dilxweşyê hogirê herî dilsoz kilam e, dema bêgumanyê kilam guman e… Dayîk bi kilaman zaroka xwe şa dibin, bi kilaman dergûşa radizînin… Bi kilaman bûka siyar dikin, bi kilaman mêrxwesên xwe dişînine ber şêr, heta bi kilaman mirîyên xwe verêdikin… Şivan bi kilam û bilûrê kerê xwe diçêrînin, cotkar bi kilaman xeta cotê xwe li ser axê dikşînin. Kilam xerîb ra dilbînî ne, ew bi kilaman agirê hisreta dilê xwe ker dike…Kurd bi kilaman laqirdya dikin, bi kilama dikenin, bi kilama digrîn…"



28.07.2013 15:32 | endazer