Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [28.07.2013 hackxwarina ekşisözlükê] de;

4. hacka ku digel ekşisözlükê ferhengên wek incisözlük û uludağsözlükê û halk tv'yê jî behra xwe jê hilaniye.. artêşên îslamê hêdî hêdî bi ser tirşikê ve jî têne.. *



28.07.2013 22:53 | endazer

3. çêr û heqaretên li cenabê pêxemberê îslamê bi raya min nakeve jêr azadiya derbirrînê de.. ya rast çêr û heqaretên li tu bawerî û eqîde û ayînan nakeve ber serbestiya vegotin û derbirrînê û li gorî min divê bê darizandin û mehkûm kirin.. yanî eger hînduyek rabe û çêlekekî bihebîne an êzidiyek rabe û bi ser navê tawusî melek şeytên bihebîne mafê me nîn e ku em çêr û heqaretê li baweriyên wan bikin eger ev bawerî bi me gelekî bêwate û bêbingeh pûç û betal bêne jî.. gerçî vê taliyê mijarên ku ji bo çêr û heqaretê li cenabê pêxemberê îslamê hatibûn vekirin piştî bertek û aciziyên misilmanan hatibûn jê birin lê qey kela dile wan dananiye û dilê wan hênik nebûye hê..



28.07.2013 17:32 | endazer

1. hacka ku îro berî çend deqeyan qewimiye û ta niha jî malpera ekşisözlükê ne çalak û berdest e.. li gorî gotegotan ji aliyê kesên îslamî ve bi egera ku çêr û heqaret li pêxemberê îslamê cenabê muhemmed hatine kirin ev êrîş pêk hatiye.. ji bo rewşa têkçûyî ya ekşisözlükê: http://i.imgur.com/QaJdIBL.jpg?1



28.07.2013 17:03 | endazer