Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên tirşikê] de;

17. bi qewlê dijber qaşo nivîskar in.. *

mîratê mirovek eger biçekî sosyal be rojekî de fêrÎ sed tiştên nû dibe.. em tiştekî zêde ji we naxwazin qûna xwe ji erdê rakin û werin di tirşikê de ji nav wan 100 tiştan qenebe 10 tiştan binivîsin, û tirşikê şên bikin.. nizanim ne kurdiya wan têrê nake, ne bi rastî jî derheqê tu mijarekî de fikr û zanîneka wan nÎne, ne jî bi xwe re nabînin ger û geşta li ser twitter û facebook û ferhengên din ên înteraktîv ên tirkî xweştir tê..

rojê kêmanî 20-30 nivîskar dikevin tirşikê de û lê dinêrin ka çi heye çi nîne, her yek ji wan hema destê xe li deh peyaman bide dike 200-300 peyamên neşikandî ev e heqê nanê tirşikê derket lê ka?..



25.06.2014 15:21 | endazer

11. an nizanin mijarên nû vekin an newêrin an jî bi xwe re nabînin yanÎ xîret nakin..

diçim û têm her heman tirşik, her heman mijar.. fîlozofekî gotiye ez nikarim di avekî du caran xwe bikim av lê ev cara çendê ye ku ez her di heman tirşikê de hesk û kevçiyê xwe dikim av..

û yek jî hê jî nivîskareke baş ku ez bikaribim bêjim vaye temam evî camêrî bi kurdî li ser filan mijarê teza xwe nivîsandiye û mastera xwe kiriye derneketiye.. yanî hê jî kî çi binivîse bêhna amatoriyê jê tê..



13.12.2013 20:48 | endazer