17. bi stran, û bi taybetî jî bi vîdeo-klÎba xwe ya vê taliyê ya bi navê can't remember to forget you, ya ligel rihanna-yê, dÎsa têra dinyayekî deng vedaye.. |
|
08.02.2014 03:30 |
endazer
|
14. hunermenda ku bi rastî jî mereq dikim bê ka di eydê de serdana şarê silêmaniyê kiriye û konsêrt daye an na.. ji ber ku di eydê de li ber destê min înternet tunebû min nekarî teqîb bikim.. |
|
17.08.2013 11:17 |
endazer
|
8. xatûna ku bi rastî jî heqê hunera xwe dide.. him bi bejn û bala xwe nazik û nazenîn him bi dengê xwe yê xweş û serkeftî û him bi fîgûrên xwe yên livlivok û nerihet yên reqsê dilê heyran û hejêkerên xwe xweş dike.. fermo ji bo performanseka wê ya zindî ku mirov ji temaşe û guhdêrînê têr nabe: |
|
31.07.2013 19:59 |
endazer
|
3. rûdawê jî nÛçeya hatina shakîrayê ji bo konsêrtekî li bajarê silêmaniyê di malpera xwe de belav kiriye.. http://rudaw.net/kurmanci/culture/30072013 |
|
30.07.2013 22:34 |
endazer
|
2. par van çaxan yanî di sala 2012an de li ser çapemeniya kurd û tirk derheqê shakîrayê de gelek nûçey belav bûn ku tê de digot shakîra wê ji bo komkujiya enfal û helepçeyê du stranên bi kurdî çêke û di albûma xwe ya dawîn de bistirîne.. lê paşê ji aliyê menajerê wê ve ev nûçe hatin derewandin.. vaye naveroka nûçeyê ye û ku li ser motorên lêgerînê heçiyê dixwaze dikare xwe bigihîne bêtir nûçe yên derheqê vê meseleyê de: |
|
30.07.2013 06:31 |
endazer
|
1. navê wê yê bi temamî shakira isabel mebarak ripoll e.. di 2ê sibata 1977an de li bajarê barranquillayê ya bi ser kolombiyayê ve ye hatiye dinyayê.. shakiraya ji kolombiyayê ya ku bi eslê xwe libnanî ye stranbêj, nivîskara gotinên stranan, reqqas û lîstkvana sînemayê ye.. yek ji navdartirîn stranbêj û mûzîsyena cureya latîn pop û latîn rockê ya ku piştî salên 90î li dinyayê belav bûyîne û deng vedane.. bi fîgûrên reqsa xwe ya ku nîv ereb û nîv latîn in dÎqet û eleqeya heyran û hejêkerên xwe kişand.. stranbêja ku di ber gotina stiranan re besteyan jî çêdike 2 caran xelata grammyê, 8 caran xelata latin grammyê û 14 caran jî xelata billboard latin musicê wergirtiye û hilgirtiye heta niha.. li gorî daneyên sony musicê tenê albûmên shakirayê li amerîkayê 16.8 û li tevayê dinyayê jî di ser 70 milyonî re hatine firotin.. eger mirov hejmara sînglean jî lê zêde bike ev hejmar ji 150 milyonan zêdetir dibe.. |
|
30.07.2013 06:16 |
endazer
|