Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îslama muhemmedî] de;

1. îlahiyeke bi kurmancî ye, yekî bi navê muhammed nur dibêje, yê dibêje dengê wî xweş e û gotinên îlahiyê jî wekê îlahiyên din yên vê taliyê zêde ne klîşê ne..



îslama muhemmedî kes li te nebû xwedî

qey ne eyb û ne fedî winda ye îslama min

dilê min birîndar e ji bo te evîndar e

hêviya stûxwar e de were îslama min



talan kirin malê mijok û dijminê me

çênabe xelasiya me ne bi te be îslama min

eşqa dilê bibila qoniya qelb û dila

qey nayê bêhna gula winda ye îslama min



megirî Û menale dayika şirîn şeva tarî da

zafera îslam wê were pir şa be dayîka min

wê bilbilê evîndarî ji qefesa zêrîn

bigihije serbestî û azadiyê îslama min



https://www.youtube.com/watch?v=PVJiOLvusFo



*gotinên îlahiyê min bi xwe transkirîbe kirin, yanî ne malê jêgirtin û pêvekirinê ye, berhema keda destê min e..

**heçiyê bivê dikare ji bo appên xwe bikar bîne, mafê telîfê ne parastî ye, megehezo nançû ne tê de *



10.09.2015 01:08 ~01:11 | endazer