Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yextiyar] de;

2. ji peyva erebî ''ixtiyar'' (إختيار ) ketiye nav kurdî û tirkî, ji koka ''xyr'' (خير) tê ew jî, xyr jî tişt an kesê qenc, baş, neqandî, bijartî.. ji xwe wateyeka din ya ixtiyarê jî jê girtin û hilbijartin e, termeke fiqhî ye, di tirkî de têgeha ''gayrı ihtiyarî'' yanî ''bê hemdî'' heye têkilÎ vê peyvê..

ixtiyara di wateya kesê pîr û salmezin de jî bi eslê xwe ji ''sahibûl ixtiyar'' (صاحب الإختيار) kesê xweyî ixtiyar(hilbijartin) tê, pê re pê re peyva sahib jê ketiye û ixtiyar tenê maye, ixtiyar yanÎ ew kesên balix, bîrewer, gihiştî û kemîlî, ku êdî dikare li ser pirs û meseleyekî hukm û biryarekî bide..



13.09.2015 19:34 | endazer