Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wergêrî] de;

5. ev jî gelek komîk e. dozgerê navdar yê doza gladyoya li îtalyayê li tirkiyê axaftinekî dike, du ciwanikên xwendekar jî ji bo wergêrê anîne, lê nikarin ji heq de bên û dihetikin, dawiyê dozger dibêje ez dikarim bi frensî jî biaxivim û jê re wergêreke tînin û neselê safî dikin.




û topa Mussolînî li te bikeve nagihan, te çawa di wê tengaviyê de hevala xwe bi tenê hêlişt?! ;)



06.12.2016 22:08 | endazer

4. siyasetmedarên başûr dema tên bakur û tirkiyê, ji bo wergerê wergêrên tirkmen bi xwe re tînin, tirkmen jî wekê diyarbekiriyan ne tirkiya wan tirkî ye, ne kurdiya wan kurdî ye, ji loma gelek caran hetk û helaketên ecêb diqewimin. çend nimûne ji wan hetîketiyan :

mesûd barzanî û ahmet davutoglu civîneka çapemeniyê li dar dixin, rojnamegerek bi kurdî pirsa xwe dike wergêrê kurd pirsa ku ji xwe kurdî ye, cardî werdigerîne kurdî davutoglu lê tîne ter û dengê xwe lê dike.



nêçîrvan barzanî li hewlêrê, li semta eynkawe, ji bo cejna krîsmisê diaxive
wergêrek jî axaftina nêçîrvan barzanî ji bo mêvanan werdigerîne erebî, lê xelet werdigerîne, wergêr çawa hevoka xwe dibe serî, nêçîrvan bi bişirîn dibêje "Hemûy be xelet tercûme kir" û bi tîqetîq dikene, wergêr jî dibêje "cenabtan zor qise kir, kak nêçîrvan, min le bîr kir" nêçîrvan jî lêborînê dixwaze dibêje rast e min zêde dirêj kir, dibêje ez bi erebî zanim, xwendin, nivîsandin û têgihiştina min baş e lê axaftina min biçekî kêm e
Here lînkê

carekî jî dema nêçîrvan barzanî hatibû wanê, dema ku wergêr axaftina wî ya ji kurdî werdigerand bi tirkî, dîsa bi bişirîn gotina wergêr di nîvî de hêla û got, ez biçekî bi tirkî fêhm dikim, te gotinên min hemû xelet wergerandin. mixabin vîdeoya bûyerê li ser netê min peyda nekir.



06.12.2016 21:58 | endazer

1. kar û sinetek e ku kesên neakademîk anku mekteb û medreseya vî karî nexwendine jî bi hînbûna zimanên nû dikarin bikin û ji heq de derkevin.. eger ji bo kêf û zewqê were kirin karek gelek xweş e lê ku ji bo debara nefsê û debara malê be jê nexweştir û zehmettir tişt dîsa wergêrî ye.. herwiha jê re wergervanî û tercumanî jî tê gotin..



31.07.2013 15:07 | endazer