Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilawer zeraq] de;

6. mamoste û nivîskarê kurd.. di sala 1965an de li Farqînê hatiye dinyayê. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di sala 1997an de dest bi nivîsandinê kir. Ji hingê ve ye çîrok û nivîsarên wî di kovar û rojnameyan de belav dibin. Pirtûkeke wî ya bi navê Kakil çap bû. Wî çîrokên bijarte ji çîroknivîsê tirk Sait Faik wergerandiye û ji bo çapê amade kiriye. Ew niha jî li Diyarbekirê dijî.



07.09.2013 18:29 | endazer

4. nivîskarê kurd ê ku demekî bi hevalê min ê malê re diçû heman qursa zimanê îngîlîzî.. hetta şevekî bû mêvanê me, me bi hev re qederekî bir û anî lê me tu bi serê hev û din nexist.. wek bavûkalan gotî ez axa ew axa kî yê bişo van firaxa.. *)



03.08.2013 12:56 | endazer