Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [werhakê werhakê] de;

1. straneka zarokan e ku di ber leyistikê re dibêjin, keçikên piçûk bi gokê dileyizin, gokê diteptipênin û vê distrênin:



Werhakê Werhakê, kûlîlka du takê, berbejna xil û xakê.

Xilxilo bilbilo, hewarkir Mûsilo.

Mûsil derbo derbo, hemû çala werbû.

Çalê mîr belek in, avêtin zûrek in.

Zûrekê me bi qamûş e, siwara fîşe fîşe, navê birakê min Şawîş e.

Sawîşkî piçûk e, me jê re anî bûke.

Bûka Evdil begê, sêva ser kulekê.

Sêvê dihildimo, gulê behndikimo.

Gul gula hedad e, deriyê me li xwe bada.

Pezê birakê min e, nav mêrga mezin e.

Didoşim nadoşim,milê min naqurume.



20.09.2015 02:49 | endazer