Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komkujiya li rojavaya kurdistanê] de;

5. komkujiya ku dilê in yekcarî ji siyaseta nakok û nejidil ya pkk û bdpê sar kiriye.. tevger û rêxistina ku dikare ji bo mûyên qûna ocalan hemû kurdan mobîlîze bike û derxîne kolan û meydanan û bike hedefa gulle û qanûnên bêeman û bêîman yên dewleta tirk lê ji bo talan û komkujiya li rojavayê kurdistanê ji bilî çend daxwuyaniyên çapemeniyê û hewldanên berhevkirina alîkariyên eynî û madî deng ji tu kesî dernakeve..ssöyê ku ji bo protestoyên seyrangeha geziyê xwe diavêjt ber kepçe û dozeran îro serê xwe xistiye di nav teşkên xwe de û hesabê hilbijartinên şaredariyê dike.. pkk an pyd ya ku bi her hêncet û helkeftinekî dev davêje hizb û aliyên muxalîf yên li rojavayê kurdistanê û wan bi şirîkatî û hevkariya hêzên derve yên wekê tirkiye û nizanim çi tometbar dike mohr û demxeya xeynetiyê li pişta wan dixe îro dema serokê partiya el partîevdilhekîm beşar dibêje eger pyd bihêle hem li başûrê kurdistanê û hem li rojavayê kurdistanê bi xwe bi qasê 5-6 hezaran hêza me ya leşkerî ya ku j aliyê pêşmergeyên kurdistanê ve hatin telÎmkirin û ji bo parastina deverên kurdî amade ne heye lê serokê pydê muslimê simbêlboq dibêje na ezbenî an hÛn ê bên di bin ban û sêwana ypgê yanî pydê de şer bikin an jî em rê û iznê nadin hûn têkevin rojavayê kurdistanê eger û gefan li partiyan dixe dibêje eger ji bilÎ ypgê hêzeke din bête danîn ev wê bibe serê sebeba şerê birakujiyê.. bi Xwudê êdî li ber tu kesî nakevim û ji bo tu kesî naqehirim min fêm kir ku herkes qedera xwe anku encamên tercîhên xwe dijî.. û Xwudê belasebeb zilm û neheqiyê li tu kesî nake.. hetta ku bakur û rojava di destê zîhniyet û mantalîteya pkkê de be pozê kurdan ji nav gû dernakeve..



04.08.2013 05:25 | endazer

2. komkujiya ku bi destê îslamiyên radîkal ên terorîst ên ku nizanin qûna xwe bişûn û hatine dibêjin Kurd ji dînê îslamê dûr ketine em hatine wan bînin ser rêya rast û heq.. bi çekên giran bi hemû kîn û rik û nefreta xwe bi ser deverên kurdan yên li rojavayê kurdistanê de girtine û dixwazin heyf û hezîmeta xwe ya ku li hemberî rejîma esed û hêzên ypgê û el ekradê standine ji pozê kurdên sîvîl derxînin.. lê ev tirr ji wan re namîne.. kurdan heta niha ji dewletên bêeman û bêîman ku çi bkeve ber destê wan ji kuran texsîr nakin re çong dananîne û serî netewandine ji van çend dêqehbên şîrheram yên ku bi handan û têkdanên dewletên dijmin bi singa kurdan ketine re jî ne serî ditewînin û ne jî çong datînin.. wek ciwan di diyaloga xwe de dibêje 'ew ê bên û biçin, lê em li vir in..''

û wek renas dibêje:

''Tên. Ji bo ku li darê dinyê kokên me biqeliînin tên.

Weke di zuhayê de şilavilên ku xwe li avê û

di berfê de reşêleyên ku xwe li rêxê bigirin tên.

Tên. Bê sebr û hedan in, di destekî wan de ferman û di yê din de tirpan,

Bi salan e, talan e.

Lê kokên mala bavê min ji kokên mêran e...

Beran e...

Baran e...

Çi ji kê tê heger texsîr bike ne camêr lawê camêran e!..

Tên. Ji bo ku serê xewnên me bikurisînin û deqên li canê me bixeritînin tên.

Xwe li bela û qeşê, li mirin û seqemê girtine û tên.

Tên, bila bên, her seqem an jî her pûkê,

serê her çiyê an jî serê her sûkê ji bo me hembêza bûkê.

Tên. Ji bo ku kokên me biqeliînin tên. Bila bên.

Hay ji wan heye ku bi dobelanan re şer dikin û

kengî dilê wan bixwaze weke ecûrê ku

ji lemê tê hilqetandin wê serê me ji erdê hilqetînin.

Lê wê şûşî erdê bibin.

Kokên me di kêvir de şûr in.

Ev mage, heta ku ji serê xwe derbê nexwin aqil nagirin.

Ji lew re, a baş,

şabaş ji lawê azadiya seglawî re şabaş!

şabaş ji qîza qedera por-hinnekirî re şabaş!

Qeraş,

Tên. Ji bo ku hestiyên me bihêrin.

Tên. Ji bo ku di nav xwîna me de masiyan bigirin û

keştî-kaxezên xwe biavjenînin.

Tên. Ji bo ku li van erdan êşa bêkokiya xwe ji bîr bikin tên.

Bi çargavan, bi dîrok û derewên bêbavan,

bi çapemenî û taqemeniyên bicizbêketî,

Bi hetîketî û ji serî heta binî ji rûmetê mirî tên.

Tên bi diranên fîq, bi kenên hîqehîq û

bi paletên tanqên xwe yên zîqezîk tên.

Dev ji wan berdin bila bên. Bila bên û li vê axê

di nav kokên me yên fireh û kûr de xerq bibin.

Ne ehlê Xwedê ne heq dikin…''



03.08.2013 08:15 | endazer